Li Başûrê Kurdistanê xeta înternetê qut bû

Li Başûrê Kurdistanê xeta înternetê qut bû. Kargehên tora înternetê ya di ser Tirkiyeyê re dibin başûr, dan xuyakirin ku pirsgirêk ji aliyê Tirkiyeyê ve ye.

Li Başûrê Kurdistanê xeta înternetê qut bû. Kargehên tora înternetê ya di ser Tirkiyeyê re dibin başûr, dan xuyakirin ku pirsgirêk ji aliyê Tirkiyeyê ve ye.

Ji şîrketên înternetê yên li Başûrê Kurdistanê Fast Line, Maxnet, Faslink, Goran Net, ji serê vê sibehê ve ji ber pirsgirêka xeta înternetê naxebitin. Ev pirsgirêk di serî de li Silêmaniye, Hewlêr, Kerkûk û Duhokê li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê hînê dewam dike.

Şîrketa Fast Line der barê mijarê de agahî da me û diyar kir ku pirsgirêk hînê dewam dike. Fast Line da xuyakirin ku xeta înternetê di ser Tirkiyeyê re tê, lewma pirsgirêk ji Tirkiyeyê ye.

Vê rewşê herî zêde bandorek neyînî li saziyên weşan û çapemeniyê kir.