Leşkerên Tirk li sînorê Rojava welatiyek qetil kirin

Li sînorê navçeya Akçakale ya Rihayê û Rojava welatiyê bi navê Maksut Dogancioglu yê hate îdîakirin bazirganiya sînor dike ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin.

Li sînorê navçeya Akçakale ya Rihayê û Rojava welatiyê bi navê Maksut Dogancioglu yê hate îdîakirin bazirganiya sînor dike ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin.

Li sînorê navçeya Akçakale ya Rihayê û Rojava ku beriya demekê jî di encama gulebarana leşkeran de welatiyek hatibû qetilkirin, welatiyekî din jî hate qetilkirin. Welatiyê bi navê Maksut Dogancioglu (35) yê ku tê îdîakirin bazirganiya sînor dike ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin. Dogancioglu yê dema derbasî sînorê Rojava dibû hate gulebarankirin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê. Dogancioglu li vir ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Dogancioglu anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê û hate îdîakirin ku têkîldarî bûyerê leşkerek hatiye binçavkirin.