AKP’yiyan êrîşî xebatkarê çapemeniya azad kir

Xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat Necmettîn Aydin ê 45 salî dema li navçeya Xoristanê rojname belav dikir, ji aliyê xizmên Şaredarê AKP’î yê Xoristanê ve rastî lêdanê hat.

Xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat Necmettîn Aydin ê 45 salî dema li navçeya Xoristanê rojname belav dikir, ji aliyê xizmên Şaredarê AKP’î yê Xoristanê ve rastî lêdanê hat.

Li navçeya Xoristanê ya Erziromê dema xebatkarên rojnameya Ozgun Gundem û Azadiya Welat Necmettin Aydin ê 45 salî ji aliyê 6 pismanên şaredarê AKP’î yê Xoristanê Abdulkadir Aydin ve rastî lêdanê hat. Xizmên Şaredarê AKP'î Aydin rawestantin û gotin “Hûn teroristin" û li wî dan.

Aydin ku rastî êrîşa lîncê hat, ji aliyê welatiyan ve ji destê êrîşkaran hat xelaskirin. Aydin ku rastî lêdanê hat, ji bo îfade bide çû Midûriyeta Polîsan a Xoristanê û li kesên êrîşî wî kiribû gilî kir. Polîsan piştî îfadeya êrîşkaran jî girt serbest berdan.

Birayê Necmettîn Aydin Nuri Aydin anî ziman ku duh jî heman kesan li ser sindoqê êrîşî wan kir û niha jî êrîşî birayê wî dikin.