KNK: Di hilbijartinan de demokrasî bi ser ket

KNK'ê bi daxuyaniyekê serketina HDP'ê ya di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de pîroz kir û destnîşan kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de demokrasî û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi ser ketine.

KNK'ê bi daxuyaniyekê serketina HDP'ê ya di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de pîroz kir û destnîşan kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de demokrasî û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi ser ketine.

Li ser encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê Konseya Rêveber a KNK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di van hilbijartinan de demokrasî bi ser ketiye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrixstin ku hikûmeta AKP'ê, Serokwezîr Ahmet Davûtoglû û Serokkomar Tayyîp Erdogan bi gotin û kiryarên xwe ve ber bi rejîmeek kevneperest û antî demokratîk ve dibeziyan û hat gotin, "Ji xwe heta îro zilm û zor ji ser serê gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê kêm nekirin. Di hilbijartinan da bizava neteweyî û niştimanî ya gelê Kurd û Kurdistanê li seranserê Tirkiyeyê di navbera hemû dînamîkên bindest ên rejîmê de eniyeke pahn û berîn pêk anî. Kurd û hemû komên etnîk ên Kurdistanê û Tirkiyeyê, çîn û navçîn, grûb û kategoriyên bindest û mexdûrkirî yên civatê di pêşengiya HDP'ê de hêza xwe kirin yek û di encama hilbijartinan de bi hev re bi ser ketin."

KNK'ê diyar kir ku bi vê necama serketî ya HDP'ê re gelek mesajên rast, heq û rewa hatine dayîn û destnîşan kir ku li dijî kevneperestiya dînî, li dijî neteweperestiya miletê serdest, li dijî kedxwariya sermayedariya neheq, li dijî pratîka dîktatorane ya hikûmeta AKPê û bi taybetî reftara Serokkomar Tayyîp Erdogan ”Raweste!” hatiye gotin.

KNK'ê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku di bin sîwana HDPê de hemû xelkên Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî antîdemokratîzmê, li dijî bend û benda ji sedî deh [% 10] alaya demokrasiyê bilind kirine û di kel û birca zilmê de çikilandine û ev benda bêdad bi serê wan de hilweşandine.

KNK'ê destnîşan kir ku li dijî polîtîka kolonyalîstî û asîmîlasyonîstî, her wiha li dijî êrîşkarî, şer û şîdeta dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê li Kurdistanê ji aliyê gelên Kurdistanê ve sekineke demokratîk û aştiyane hatiye nîşandan û ev peyam da:

"Encama hilbijartinên 7ê Hezîranê li Tirkiye û Kurdistanê her wisa serketina bizava neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanê ye.

Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de heq û heqî, dad û dadyarî, mirov û mirovperwerî di bin alaya HDPê de bi ser ketine.

Ewil car e ku di nav per û baskên partiyeke eniya demokratîk HDP'ê de digel temsîliyeta etnîkî, temsîlkarên dîn û dînzayên cuda û baweriya Êzidîtiyê jî wê di meclîsa Enqereyê de cih bigirin.

Em wekî KNK di serî de HDP'ê, hemû Kurd û Kurdistaniyan û xelkên Tirkiyeyê pîroz dikin.

Di van hilbijartinan de derkete meydanê ku eger bindest û hemû mexdûr destên xwe bidine hev, hêza xwe bikine yek, cepheyê herî fireh pêk bînin wê mutleq ser bikevin. Nimûne ev hilbijartina 7'ê Hezîranê ye. KNK hêvî dike ku ev zemînê hatiye vegirtin bi berpirsiyarî bê parastin û ragirtin û xebat û têkoşîn bê domandin û bilind kirin heta ku digihine armanca mezin an ku azadî, aştî, demokrasî û rizgariyê."