Şervanê YPG’ê Lazgîn Xabûr spartin axê

Şervanê YPG’ê Muhammed Îsa Şêxo yê bi nasnav Lazgîn Xabûr ê li Çiyayê Kizwan di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmeke girseyî hat defnkirin.

Şervanê YPG’ê Muhammed Îsa Şêxo yê bi nasnav Lazgîn Xabûr ê li Çiyayê Kizwan di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmeke girseyî hat defnkirin.

Lazgîn Xabûr ê li Çiyayê Kizwan di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Davûdiye yê Hesekê bi tevlîbûna sedan kesan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Nûnerên Saziya Malbata Şehîdan, ji rêveberên Kantona Cizîrê Ekrem Mahşûs û rêveberên TEV-DEM beşdar tevlî mîtînga cenaze bûn. her wiha tevlîbûneke zêde ya Suryaniyan jî bal kişand.

Aldar Fatimî yê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axivî got: “Çiyayê Kizwan emanetê şehîdên me ye. Em ê heta dawiyê biparêzin. Piştî cenaze hat defnkirin girse bi dirûşma, “Şehîdan namirin” belav bû.

...