Wekîlên HDP’ê çûn taziyeya kesên di êrîşa Amedê jiyana xwe ji dest dan

Deh parlamenterên HDP’ê yên li Amedê hatin hilbijartin taziyeya kesên di êrîşa li hember mîtînga Amedê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin.

Deh parlamenterên HDP’ê yên li Amedê hatin hilbijartin taziyeya kesên di êrîşa li hember mîtînga Amedê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin.

Parlamenterên HDP’ê yên Amedê taziyeya kesên di êrîşa li hember mîtînga Amedê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin. Îdrîs Balûken, Altan Tan, Çaglar Demîrel, Feleknas Ûca, Sîbel Yîgîtalp, Ziya Pîr, Nîmetullah Erdogmuş, Nursel Aydogan, Edîp Berk û Îmam Taşçier, çûn taziyeya Ramazan Yildiz, Şeyhmus Kaçan û Necatî Kurul ên di êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da hatiye danîn. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê jî ligel parlamenteran amade bûn.

Parlamenteran destpêkê taziyeya li Mala Şînê ya Egîliyan a li Taxa Eyyubiye ya ji bo Necatî Kurul hatiye danîn ziyaret kirin. Ji wir derbasî 450 Evler bûn û taziyeya ji bo Ramazan Yildiz hatiye danîn ziyaret kirin. Ji wir jî derbasî taziyeya Berat Tanriverdî yê şevê din dema encamên hilbijartinê dihatin aşkerakirin krîza dil derbas kir bûn, paşê jî derbasî taziyeya Şeyhmus Kaçan bûn.

Parlamenterê Amedê yê HDP’ê Îdrîs Balûken ê di taziyeyê de axivî, got: "Weke me soz da hevalen xwe roja gihişt şehadetê me soza wan anî cih.”

Ziyareta taziyeyê bi dûa û sersaxiya ji malbatan re bi dawî bû.