KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di êrîşa bombeyî de bi hezaran bîlye hatine bikaranîn
Lêkolîna Yekîneyên Lêkolîna Cihê Bûyerê ya li qada teqina di mîtîna Amedê de pêk hat didomin. Heyeta hiqûqnasan ku beşdarî lêkolînê bûn, diyar kirin ku di êrîşa bombeyî de bi hezaran bîlyeyên bi tesîr hatin bikaranîn. -
Gelê Êlihê guh da bangê, bi bêdengî belav bû
Bi deh hezaran kesên ji bo şermezarkirina êrîşên bombeyî yên li Amedê li dijî mîtînga HDP'ê hatin kirin li Êlihê daketin kolanan, piştî banga rêveberiyên herêmî û Navenda Giştî ya HDP'ê, bi bêdengî belav bûn. -
Li Hewlêrê wê civîna çapemeniyê bê lidarxistin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Başûrê Kurdistanê, wê li Nûnertiya DBP'ê ya Hewlêrê, bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî mîtînga HDP'ê, civîneke çapemeniyê lidar bixin. -
Êrîşên li Amedê wê li Rotterdamê li ber Konsolosxaneyê bê protestokirin
Dildarên HDP'ê yên Hollandayê, êrîşên bombeyî yên li Amedê şermezar kirin. Dİldaran bang li her kesî kirin ku roja Şemiyê (îro) saet di 15:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk a li Rotterdamê beşdarî çalakiya protestoyî bibin. -
Êrîşên bombeyî li Stenbol û Semsûrê hatin protestokirin
Êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, li ser banga bi rêya înternetê li Stenbolê û Semsûrê bi çalakiyan hatin protestokirin. -
Êrîşa li Amedê sibe li Bordeaûxê tê protestokirin
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, Komîteya HDP'ê wê sibe ji bo şermezarkirina êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê, meşekê lidar bixe. -
Demîrtaş: Ji vê saetê û şûn ve bila kes li kolanan nemîne
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku hêzên li Amedê êrîşên bombeyî kirin dixwazin provokasyonê kûrtir bikin û got, "Li ser navê me, bila ji vê saetê û şûn ve kes li kolanan nemîne." -
Li kampa protestokirina civîna G-7'an êrîşa li Amedê hat şermezarkirin
Li kampa protestokirina civîna bilind a G-7'an êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, hat protestokirin. -
Li Êlihê li dijî hewldanên provokasyonê banga hişyariyê
Parlamenterên HDP'yî û Hevşaredar Sabrî Ozdemîr dan xuyakirin ku li Êlihê bi avakirina konvoyekê re hewl hatiye dayîn provokasyon were afirandin û banga hişyarî û hestyariyê li gel kirin. -
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê êrîşên li Amedê şermezar kirin
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê şermezar kirin. -
TJKE: Em bi xurtî beşdarî protestoyên êrîşa li Amedê bibin
TJKE êrîşên bombeyî yên li hemberî HDP'ê bi nefret şermezar kir û bang li jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn û hemû alîgirên aştÎ, demokrasî û azadiyê kir ku bi xurtî beşdarî çalakiyên protestoyî bibin." -
Êrîşên li dijî HDP'ê li Hannoverê hatin protestokirin
Êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Hannover û derdora wê ve hatin şermezarkirin. -
Ji HDP Hambûrgê banga çalakiyê
HDP Hambûrg der barê êrîşên li Amedê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş bi nefret şermezar kir. Di daxuyaniyê de ji bo meşa protestoyî ya sibe saet di 16:00 de banga tevlîbûnê hat kirin. -
Li Êlihê bi deh hezaran kes daketin meydanan
Piştî êrîşa bombeyî ya li Amedê li Êlihê bi deh hezaran kes daketin meydanan û nerazîbûna xwe nîşan dan. -
Ji bo meşa navendî ya li Baselê banga tevlîbûnê
DEM-KURD'ê êrîşa li hemberî mîtînga HDP'ê şermezar kir û ji bo meşa navendî ya sibe li Baselê banga tevlîbûnê kir. -
Karasû: Ev komkujî bi fermana AKP'ê hatiye kirin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Yên ev komkujî kirine bi fermana AKP'ê kirine." -
Êrîşên li dijî HDP'ê li Essenê tên protestokirin
Li bajarê Elmanya Essenê, êrîşên li hemberî HDP'ê yên li Çewlik, Erzîrom û Amedê tên protestokirin. -
'AKP wê hesabê komkujiyê bide'
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi pêşengiya YXK'ê, êrîşên li Amedê hatin protestokirin. -
HDP Van: Mîtînga me ya Wanê sibe saet 12.00’an li Beşyol e
Rêveberiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê diyar kir nûçeyên ku tên gotin mîtînga HDP’ê ya Wanê ya sibe betal bûye ne rast in. -
Ramazan Yildiz ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da-HAT NÛKIRIN
Yek ji 3 kesên di êrîşên bombeyî yên li Amedê de jiyana xwe ji dest da Ramazan Yildiz ê 17 salî ye. -
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD bîlançoya destpêkê ya komkujiyê aşkera kir
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê, li gorî qeydên nexweşxaneyan, bîlançoya destpêkê ya her du teqînên li Meydana Stasyonê aşkera kir. -
Dewletê ji bo komkujiyê ji berê ve nexweşxane amade kiriye
Walîtiya Amedê di 2'ê Hezîranê de ji Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Cemaweriyê re nivîsek şand û xwest hemû nexweşxane 'ji bo birîndarî û windahiya can ên gengaz' bên amadekirin. -
Êrîşên li dijî HDP'ê li Londonê tê protestokirin
Êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, li paytexta Îngilîstan Londonê tê protestokirin. -
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê hat şermezarkirin
Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê li Mêrdîn, Dêrsim û Stenbolê hat şermezarkirin. -
Li Farqînê çalakiyên protestoyî destpê kirin
Piştî teqîna îro ya li Meydana Stasyonê, li navçeya Amed Farqînê gel dest bi çalakiyên demokratîk kir.