Meclîsa Tenduristiyê ya KCD bîlançoya destpêkê ya komkujiyê aşkera kir
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê, li gorî qeydên nexweşxaneyan, bîlançoya destpêkê ya her du teqînên li Meydana Stasyonê aşkera kir.

Li gorî vê yekê;
NEXWEŞXANEYA ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ
Ramazan Yildiz (16) jiyana xwe ji dest da, 2 jê giran, 15 jê di emeliyatê de bi giştî 83 birîndar
NEXWEŞXANEYA LÊKOLÎN Û PERWERDEYÊ YA GAZÎ YAŞARGÎL
1 jê giran, 1 jê di emeliyata ortopedî de, 1 jê di emeliyata cerrahî ya giştî de bi giştî 52 birîndar
NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ YA SELAHATTÎN EYYÛBÎ
3 jê giran bi giştî 60 birîndar
NEXWEŞXANEYA VENÎ VÎDÎ
Welatiyekî 50 salî yê nasnameya wî nehat diyarkirin jiyana xwe ji dest da, 3 jê giran 38 birîndar
NEXWEŞXANEYA MEMORÎAL
1 jê giran bi gişltî 27 birîndar
NEXWEŞXANEYA BAGLARÊ
56 birîndar
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 2 jê bi misogerî di encama teqînê de, yek jê li qada mîtîngê ji ber ketinê bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 jê rewşa wan giran 316 kes birîndar bûn û hat destnîşankirin ku rewşa hin ji birîndaran krîtîk e.