Saziyên Kurd ên li Rûsyayê êrîşên li Amedê şermezar kirin

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê şermezar kirin.

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê şermezar kirin.

Saziyên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê daxuyaniyeke hevpar weşandin û êrîşên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê bi tundî şermezar kirin. 

Saziyan ragihandin ku du roj beriya dengdayînê rûdana êrîşên bi vî rengî, êrîşek li dijî vîna gelê Kurd e û gotin, "Êrîşên ewçend bi çavsorî yên li hemberî HDP'ê nîşan didin ku HDP'ê bend derbas kiriye û hemû lîstikên wan pûç bûne."

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê gotin, "Di vê hilbijartinê de em bi we re ne. Bi qasî kêfxweşiyê, em êşa we jî parve dikin. Ji malbata welatiyên di teqîna îro ya li mîtîngê de jiyana xwe ji dest dan re em sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê."