Karasû: Ev komkujî bi fermana AKP'ê hatiye kirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Yên ev komkujî kirine bi fermana AKP'ê kirine."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Yên ev komkujî kirine bi fermana AKP'ê kirine."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî qenala televîzyonê ya Med Nûçe bû, yên komkujî kirin şermezar kir û ji gelê Kurd, malbata welatiyên jiyana xwe ji dest dan û hemû hêzên demokratîk re sersaxî xwest. Karasû ji birîndaran jî şîfa xêrê xwest û got, "Ev komkujî xelekek êrîş û polîtîkayên pêvajoya hilbijartinê ye."

Karasû diyar kir ku yên êrîş pêk anîne bi fermana AKP'ê tevgeriya ne û anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê, Serokkkomar Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davûtoglû û rayedarên din ên hikûmetê HDP'ê hedef nîşan didin.

Karasû bibîr xist ku HDP weke partiyeke dijmin tê nîşandan, êrîş, bûyerên kuştinê û teqîn rû didin û got, "Tê xwestin ku pêşî li xebatên hilbijartinê yên HDP'ê were girtin û bi van êrîşan re çavê gel were tirsandin. Armanca van êrîşan çavtirsandina gel û hêzên demokrasiyê ye. Ev êrîş, tê wateya şerê li dijî gelê Kurd, li dijî hêzên demokrasiyê.

Komkujiya li Amedê encama zîhniyeta DAIŞ'ê ya AKP'ê ye. Zîhniyeta DAIŞ'ê komkujiyên bi vî rengî li hemberî sivîlan dike. AKP her roj HDP'ê hedef nîşan dide, lewma berpirsyar û plansazê vê komkujiyê ye. Pêwîstî pê nîne ku li sûcdareke din were gerîn, sûcdar AKP ye. Polîtîkayên meha dawî nîşan dide ku sûcdar AKP ye. Bila ti kes li cihekî cuda li hedefê negere, li berpirsyaran negere, berpirsyar hikûmeta AKP'ê ye. Pêwîste gelê me li hemberî van êrîşan vîna xwe nîşan bide û bi hêz bisekine.

Armanca van êrîşan çavtirsandin û têkbirina gelê me ye. Ji xwe Hikûmeta AKP'ê, Erdogan beriya du mehan di bin navê qanûna ewlekariya hundir de qanûnên zextê derxistibû. Armanca ji vê avakirina rejîmeke zextdar a li Tirkiyeyê ye.  Polîtîkaya niha tê meşandin xwedî vê armancê ye. Polîtîkayên behsa gefên hundir û derve dikin her tim yên otorîter in. Yan jî ji bo otorîterbûyîna xwe zextên hundir û derve kirine hincet. Pêwîste gelê me û hêzên demokrasiyê vê bibînin. AKP dixwaze rejîmeke zextdar û otorîter ava bike. Eger hilbijartinê qezenç bike, wê bêje 'gotinên min, gotinên yek welat, yek netewe rast in' û êrîşî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bike. Gelê Kurd gelekî bi hêrs e û wê hesabê vê bipirse.

AKP'Ê REWATIYA XWE WINDA KIRIYE

AKP'ê rewatiya xwe winda kiriye. Hikûmeteke ku di pêvajoyeke hilbijartinê de xwedî tabloyeke bi vî rengî, êdî rewatiya xwe winda kiriye. Ji xwe li holê rêveberiyeke adîl jî nemaye.

Li gorî daneyên ÎHD'ê, bi qasî 250 êrîş li hemberî HDP'ê hatine kirin. Di rewşeke bi vî rengî de kes nikare behsa hilbijartineke adîl bike. AKP'ê rewatiya xwe winda kiriye. Ji bo dema piştî hilbijartinê jî rewatiya xwe nemaye."