Bi deh hezaran kesên ji bo şermezarkirina êrîşên bombeyî yên li Amedê li dijî mîtînga HDP'ê hatin kirin li Êlihê daketin kolanan, piştî banga rêveberiyên herêmî û Navenda Giştî ya HDP'ê, bi bêdengî belav bûn.
Bi deh hezaran Êlihiyên piştî bi bûyerên mirinê yên li Amedê hesiyan daketin kolanan, li rêveberên HDP'yî guhdarî kirin û li gorî banga "Hewl tê dayîn li bajêr provokasyon were derxistin, li malên xwe vegerin" tevgeriyan. Girseya gel bi bêdengî belav bû û vegeriya malên xwe. Bi vî rengî pêşî li rûdana prvokasyoneke gengaz hat girtin.