HDP Van: Mîtînga me ya Wanê sibe saet 12.00’an li Beşyol e
Rêveberiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê diyar kir nûçeyên ku tên gotin mîtînga HDP’ê ya Wanê ya sibe betal bûye ne rast in.

Hevserokatiya HDP a Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî nûçeyên, ‘mîtîng betal bûye’ derewand.
Hevserokatiya HDP a Wanê êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê şermezar kir û got: “Piştî tiştên di mîtînga Amedê de rû dan, wê sibe li Wanê mîtînga fînalê ya HDP’ê pêk bê. Pêwîst e gelê me guh nede nûçeyên ne rast ên dibêjin mîtînga me ya sibê betal bûye.
Em tevayî gelê xwe dawetî mîtînga xwe dikin, sibe bi awayekî hestyar bêyî prîman bide provokasyonan û li gor disîplîna partiya me saet 12.00’an li Qada Beşyol amade bin.
Gelê Wanê wê bersiva herî baş sibe bi tijîkirina Qada Beşyol bide.