'AKP wê hesabê komkujiyê bide'

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi pêşengiya YXK'ê, êrîşên li Amedê hatin protestokirin.

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi pêşengiya YXK'ê, êrîşên li Amedê hatin protestokirin.

Bi qasî 100 xwendekar îro danê êvarê saet di 21:00 de li ber Haûptbahnhof a Frankfûrtê kom bûn û bi meşekê komkujiya li Amedê protesto kirin.

Girseya gel di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî HDP", "HDP bi tenê nîne", "AKP wê hesabê vê bide" qîriya û heta meydana Haûptwache meşiya.

Di daxuyaniya li vir de hat gotin, "Hikûmeta AKP'ê rûyê xwe yê qirêj û qetlîemkar careke din nîşan da. Em Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn, divê li hemberî vê bûyerê bêdeng nemînin."

Di çalakiyê de bang hat kirin ku sibe saet di 11:00 de li ber Haûptbahnhofê her kes beşdarî meş û mîtînga protestoyî bibin.