Li kampa protestokirina civîna G-7'an êrîşa li Amedê hat şermezarkirin
Li kampa protestokirina civîna bilind a G-7'an êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, hat protestokirin.

Li kampa bi beşdariya 1000 çalakgeran a li dijî civîna bilind a G-7 ya li bajarê Elmanya Garmîsê de, êrîşên li dijî mîtînga HDP'ê hatin protestokirin. Piştî ku bûyer hat bihîstin, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li kampê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Bi pêşengiya YXK, ATÎF û pêkhateyên cuda yên HDP'ê bi sedan kes meşiyan. Bi dehan endamên rêxistinên Elman û biyanî jî tevlî meşê bûn û piştgirî dan HDP'ê. Di meşê de dirûşmên "Bes e êdî ji komkujiyên li Kurdistanê re", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YXK'ê hatin hilgirtin.