Ji HDP Hambûrgê banga çalakiyê

HDP Hambûrg der barê êrîşên li Amedê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş bi nefret şermezar kir. Di daxuyaniyê de ji bo meşa protestoyî ya sibe saet di 16:00 de banga tevlîbûnê hat kirin.

HDP Hambûrg der barê êrîşên li Amedê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş bi nefret şermezar kir. Di daxuyaniyê de ji bo meşa protestoyî ya sibe saet di 16:00 de banga tevlîbûnê hat kirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di pêvajoya hilbijartinê de 172 caran êrîş li hemberî HDP'ê hatiye kirin û di encamê de bi sedan HDP'yî birîndar bûne.

HDP Hambûrgê da zanîn ku Erdogan û alîgirên wî yên tirsa windakirina desthilatdariyê bi wan ketiye, ji bo pêşî li derbasbûna HDP'ê ji bendê bigirin, serî li her rê û rêbazên qirêj didin û banga tevlîbûna li çalakiya sibe kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em van êrîşan bi nefret şermezar dikin û em ê protestoya xwe bi awayekî demokratîk li kolanan nîşan bidin."

Meş wê roja Şemiyê (sibe) saet di 16:00 de li ber Altona Marcado destpê bike û li ber Konsolosxaneya T.C jî bi mîtîngê bi dawî bibe.