Di êrîşa bombeyî de bi hezaran bîlye hatine bikaranîn

Lêkolîna Yekîneyên Lêkolîna Cihê Bûyerê ya li qada teqina di mîtîna Amedê de pêk hat didomin. Heyeta hiqûqnasan ku beşdarî lêkolînê bûn, diyar kirin ku di êrîşa bombeyî de bi hezaran bîlyeyên bi tesîr hatin bikaranîn.

Lêkolîna Yekîneyên Lêkolîna Cihê Bûyerê ya li qada teqina di mîtîna Amedê de pêk hat didomin. Heyeta hiqûqnasan ku beşdarî lêkolînê bûn, diyar kirin ku di êrîşa bombeyî de bi hezaran bîlyeyên bi tesîr hatin bikaranîn.

Polîsên ku li cihê bûyerê lêkolîn dikin ji bo ser bûyerê bigirin diyar dikin ku dibe alan pêşiya kamerayan girtibe û hewl didin agahiyan veşêrin.

HDP'ê li qada Îstasyonê ya Amedê bi tevlêbûna sed hezaran kesan mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de 2 êrîşên bombeyî pêk hatin û bi sedan kes birîndar bûn. 4 welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê yekîneyên Lêkolîna li Cihê Bûyerê dest bi lêkolînê kirin. Heyeta hiqûqnasan jî di lêkolînê de cih girt. endamên MHD, Baro, ÎHD, HDP û DBP'ê yên hiqûqnas li qadê amade bûn û çavdêrî kirin. Parêzerên li qada lêkolînê çavdêrî kirin diyar kirin ku di êrîşa bombeyî ya li qadê de bombeyên ku dête bi hezaran bîlyeyên bi tesir hene hatine bikar anîn. Parêzeran diyar kirin ku yek xistibûn bin qutuya sergo û ya din jî xistibûn bin ereboka seyarfiroş ê li ber trafoyê ceyranê. Parêzeran anîn ziman ku ji ber bombe li qada jêr hatibû bicihkirin piyê gelek welatiyan birîndar bû û wiha gotin: "Ger ku bomle li qadek jor hatibûya bicih kirin dê gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûya. Hat diyarkirin ku li ser şopa tupê pîknîkê yê tê gotin bombe têde bi cih kirine jî şopa tiliyan li ser hat dîtin.

Parêzeran anîn ziman ku polîs dixwazin ser bûyerê veşêrin û dixwazin dîmenan ji holê rakin. Polîsên ku li cihê bûyerê lêkolîn dikin ji bo ser bûyerê bigirin diyar dikin ku dibe alan pêşiya kamerayan girtibe û hewl didin agahiyan veşêrin.