Dildarên HDP'ê yên Hollandayê, êrîşên bombeyî yên li Amedê şermezar kirin. Dİldaran bang li her kesî kirin ku roja Şemiyê (îro) saet di 15:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk a li Rotterdamê beşdarî çalakiya protestoyî bibin.
Di daxuyaniya dildaran de hat gotin, "Ji bo şermezarkirina vê êrîşa barbarî ya faşîzma AKP'ê, em bang li tevahiya gelê xwe û hêzên alîgirê demokrasiyê dikin ku saet di 15:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk a li Rotterdamê bin."
Dildaran destnîşan kirin ku bersiva herî mezin a li faşîzma AKP'ê wê roja Yekşemê di sindoqan de bê dayîn û gotin, "Em sibe li Rotterdamê li benda gelê xwe ne."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çalakiya protestoyî wê li navnîşana "Westblaak 2 3012 KK Rotterdam" bê lidarxistin.