Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê hat şermezarkirin
Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê li Mêrdîn, Dêrsim û Stenbolê hat şermezarkirin.
Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê li Mêrdîn, Dêrsim û Stenbolê hat şermezarkirin.
Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê li Mêrdîn, Dêrsim û Stenbolê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de êrîş hatin lanetkirin û wiha hat gotin, "Wê bombayên we qezenç nekin, wê aştî qezenç bike.”
MÊRDÎN
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Midyadê êrîşên li Amed, Çewlik û Erziromê yên li hember HDP’ê şermezar kirin. Gelek kes ku li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê kom bûn beriya daxuyaniyê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan êrîşên li hember HDP’ê şermezar kir û got ev êrîş li hember hemû gelan e.
DÊRSIM
Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê ji aliyê sedan kesan ve bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin. Bi sedan kesên li Sûka Binerdê kom bû heta Bîrdariya Azadiyê meşiya. Piştî meşê 5 deqeyan çalakiya rûniştê pêk hat.
STENBOL
Hewldana ji HDP'ê rê +1 Dengek bi dirûşma "Ne bombe wê aştî qezenç bike" êrîşa ku di mîtînga Amedê de pêk hat şermezar kir û diyar kir ku bersiva wanya li dijî provokasyonên li ser HDP'ê wê bi dengek dayîna HDP'ê be.
Endamên Hewldana ji HDP'ê rê +1 Dengek di çarçoveyê xebatên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê de li Qada Tunelê hatin cem hev û êrîşa li Amedê pêk hat şermezar kirin. Endamên Hewldanê dowizên "Ji bo em AKP'ê paşve bikişinin dengekî bidin HDP'ê", "Ji bo bendê hilweşînin dengek ji HDP'ê re" û balonên li ser wan 'Ji HDP'ê re +1 deng" hatin nivîsin hilgirtin û dirûşmên "Li dijî faşîzmê em mil bidin hev", "Bijî biratiya gelan" û "Ne bombe wê aştî qezenç bike" berz kirin. Endamên Hewldana ji HDP'ê re +1 dengek heta qada Galatasarayê meşiyan û li vir balonên ku di deste xwe de berdan. Endamên Hewldanê diyar kirin ku bersiva wan a li dijî provokasyonên li hemberî HDP'ê wê bi dengek dayîna HDP'ê be.Her wiha girse ji Qada Galatasarayê heta ber Konsolosiya Fransayê li Îstîklalê belavok belav kirin û ji HDP'ê rê deng xwestin.
'NE BOMBE WÊ, AŞTÎ DÊ QEZENC BİKE'
Li ber Konsolosluga Fransayê li ser navê Endamên Hewldana ji HDP'ê rê +1 Dengek Îlknur Bîrol axivî û provokasyona li mîtînga HDP'ê ya li Amedê şermezar kir. Bîrol wîha axivî: "Kesên ku li Erziromê mirov bi saxî şewitandin, li Agirî li ser malan de girtin, di nava mînîbusê de bavê 9 zarokan bi îşkenceyê kuştin û kesên bi êrîşî sedan buroyê HDP'ê kirin hêza xwe ji kesê li serî digirin." Bîrol anî ziman ku tişta ku serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got '400 bidin min bes e' bi mirinê û bi xwînê carekê din derketiye holê. Bîrol bilêv kir ku ew dibêjin 'Bombe wê qezenç nwke, wê aştî qezenç bike" û wiha axivî: "Kesên ku bi israr dixwazin aştî û biratiye xera bikin bila bizanibin ku biratiya gelan wê bijî." Bîrol bilêv kir ku li Tirkiyeyê hemû gel bi hev re dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em gelê bindest li dijî bombên we û we bisekinin û hûn ê têk biçin, em ê qezenç bikin."
Piştî axaftina Bîrol çalakî bi dirûşma "Ev hê destpêke têkoşîn wê berdewam bike" bi dawî bû.