Ji bo meşa navendî ya li Baselê banga tevlîbûnê

DEM-KURD'ê êrîşa li hemberî mîtînga HDP'ê şermezar kir û ji bo meşa navendî ya sibe li Baselê banga tevlîbûnê kir.

Navendên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) êrîşên li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê şermezar kir û bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swîsreyê dijîn kir ku tevlî meşa navendî ya sibe li Baselê bibin.

Di daxuyaniya li ser navê Hevserokê DEM-KURD'ê Mahsîn Komur hat weşandin de hat ragihandin ku êrîşên li dijî HDP'ê bi rêk û pêk dewam dikin û hat destnîşankirin ku armanca van êrîşan beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêşîgirtina li daxwaza aştiyê û hêza ji aliyê HDP'ê ve hatiye afirandine.

Komur anî ziman ku bi armanca pûçkirina van êrîşan wê sibe saet di 16:00 de li Parka Dreirosen a Baselê meşeke navendî lidar bixin û banga tevlîbûnê kir.

Di vê navberê de, bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî HDP'ê, bi dehan kes îro danê êvarê li Baselê daketin kolanan û piştgirî dan HDP'ê.