Tevgera Jinên Kurd li Ewroapyê (TJKE) êrîşên bombeyî yên li hemberî HDP'ê bi nefret şermezar kir û bang li jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn û hemû alîgirên aştÎ, demokrasî û azadiyê kir ku bi xurtî beşdarî çalakiyên protestoyî bibin."
TJKE di daxuyaniya xwe de got, "Li hemberî mîtînga bi heybet a bi beşdariya bi sed hezaran Amediyan, provokasyon û komkujiyeke mezin hatiye kirin. Em vê provokasyon û êrîşa mezin bi nefret şermezar dikin. Ji ber ku 4 mirovên me jiyana xwe ji dest dane û bi sedan mirovên me birîndar bûne, gelê me gelekî bi hêrs e"
Di dewama daxuyaniya xwe de TJKE got, "Ev êrîşa namerdî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, ji tirsa ji serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de pêk hatiye û ev yek hat destnîşankirin:
'BERSIVA ME YA LI VÊ REJÎMA DÎKTATOR WÊ DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE SERKETINA DEMOKRASIYÊ BE'
"Di êrîşên heta niha li hemberî xebatên HDP'ê yên hilbijartinê de gelê me şehîd daye û bi sedan mirovên me birîndar bûne. Herî dawî êrîşên li Çewlik û Erzîromê nîşan dane ku sîstema dîktatoriyê ya li Tirkiyeyê û nûnerên wê, gelek baş bi têkçûna xwe ya di 7'ê Hezîranê de dizanin, lewma serî li provokasyon û şîdetê didin.
Bersiva me ya herî mezin a li vê rejîma dîktatoriyê, wê serketina aştî û demokrasiya mezin a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de be. HDP weke hêza mezin a mirovahiyê û azadiyê, wê bi hemû kedkar, bindest û jinan re serketinê pêşwazî bike. Wê kes nikaribe pêşî li vê serketinê bigire.
Li ser vê bingehê hemû jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê em beşdarî çalakiyên şermezarkirina komkujiya li Amedê bibin. Divê hemû jinên me beşdarî van çalakiyan bibin. Weke TJKE em bang li hemû jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, hemû dostan, alîgirên demokrasî û aştiyê dikin ku beşdarî çalakiyên li gelemperiya Ewropayê bibin."