Êrîşên li dijî HDP'ê li Hannoverê hatin protestokirin

Êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Hannover û derdora wê ve hatin şermezarkirin.

Êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Hannover û derdora wê ve hatin şermezarkirin.

Piştî ku êrîş hat bihîstin, bi qasî pênc sed kes li ber bahnhofa navendî ya Hannoverê civiyan û bi qîrîna dirûşmeyan êrîş protesto kirin. 

Serokê rêxistina Die Linke ya Hannoverê jî beşdarî çalakiyê bû û di axaftina xwe ya li vir de êrîş şermezar kir. Di çalakiyê de belavoka NAV-DEM'ê ya bi Elmanî hat xwendin. Berdevkê Komîsyona HDP'ê Naîl Guneş jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Ev êrîş nîşaneya qedandina AKP û Erdogan e."

Li ser navê Keskan jî li vir axaftinek hat kirin û hat ragihandin ku êrîşa li dijî HDP'ê li hemberî demokrasî û azadiyê ye û hat şermezarkirin.