Walîtiya Amedê di 2'ê Hezîranê de ji Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Cemaweriyê re nivîsek şand û xwest hemû nexweşxane 'ji bo birîndarî û windahiya can ên gengaz' bên amadekirin.
Nivîsa Walîtiya Amedê di 2'ê Hezîranê de ji saziyên cemaweriyê yên li bajêr re şand, nîşan da ku dewletê ji berê ve xwe ji bo komkujiyê amade kiriye.
Belgeya mijara gotinê bi îmzeya Alîkarê Walî Mehmet Demîr, ji Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin, Midûriyeta Dîcle EPSAŞ, Midûriyeta Herêma 9. a Rêyên Bejahî, Midûriyeta Herêma 10. a DSÎ, Midûriyeta Karên Daristanan, Midûriyeta Tenduristiyê ya BaJêr û Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Dewletê re hat şandin.
Di nivîsê de hat ragihandin ku ji bo mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê ya li Meydana Stasyonê "tedbîrên ewlekariyê" hatine girtin û ev tedbîr hatin rêzkirin.
Ya herî balkêş jî bi vî rengî ye: "Divê Serketeriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Cemaweriyê, li pêşberî birîndarbûn û windahiya can ên gengaz, hemû kapasîteya xwe (avahî, alav, kelûmel û personel) di ber çavan re bê derbaskirin, di rewşeke pêwîste amade bin..."