Li Êlihê li dijî hewldanên provokasyonê banga hişyariyê
Parlamenterên HDP'yî û Hevşaredar Sabrî Ozdemîr dan xuyakirin ku li Êlihê bi avakirina konvoyekê re hewl hatiye dayîn provokasyon were afirandin û banga hişyarî û hestyariyê li gel kirin.
Parlamenterên HDP'yî û Hevşaredar Sabrî Ozdemîr dan xuyakirin ku li Êlihê bi avakirina konvoyekê re hewl hatiye dayîn provokasyon were afirandin û banga hişyarî û hestyariyê li gel kirin.
Parlamenterên HDP'yî û Hevşaredar Sabrî Ozdemîr dan xuyakirin ku hêzên kontra li Êlihê hewl dane bi avakirina konvoyekê re provokasyonê biafirînin û bang hişyarî û hestyariyê li gel kirin. Di daxuyaniyê de ji gel hat xwestin, ku ji bo provokasyon rû nedin her kes biçe mala xwe.
HDP'ê ragihand ku hêzên kontra ev çend roj in hewl didin li Êlihê provokasyonan derxînin û gel tehrîk bikin. Parlamenterên HDP'yî û Hevşaradarê Êlihê Sabrî Ozdemîr bang li gelê ji bo protestokirina êrîşên li Amedê daketin kolanan, kirin.
Ozdemîr ji gel xwest ku vegerin mala xwe û bi rêya Twitterê bal kişand ser hewldanên hêzên kontra yên ji bo derxistina provokasyonê.