Demîrtaş: Ji vê saetê û şûn ve bila kes li kolanan nemîne

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku hêzên li Amedê êrîşên bombeyî kirin dixwazin provokasyonê kûrtir bikin û got, "Li ser navê me, bila ji vê saetê û şûn ve kes li kolanan nemîne."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li dijî provokasyonan banga hişyariyê li gel kir. Demîrtaş anî ziman ku hêzên provokator ên negihaştin armanca xwe dixwazin provokasyonê kûrtir bikin û got, "Li ser navê me, bila ji vê saetê û şûn ve kes li kolanan nemîne. Bang li gelê Êlih, Cizîr û Mêrdînê dikim. Kî ji vê saetê û şûn de li kolanan bimîne, ew ne ji me ye."

Demîrtaş diyar kir ku pêwîste tevî hemû êrîş û provokasyonan jî ew di 7'ê Hezîranê de li ser sindoqan bin û got, "Bi berxwedanê me xwe gihandin van rojan. Em ne tirsiyan, bangên me ne ji tirsê ye, em helwesteke wêrek a siyasî nîşan didin. Em têkoşîneke siyasî dimeşînin. Tevî êrîşan jî bi lehengî kampanya xwe dimeşînin bi gelê xwe re. Pêwîste em vê bi ser bixînin."

Demîrtaş da xuyakirin ku hemû êrîş û destwerdanên ji bo astengkirina vîna gel, wê li hemberî vîna gel nikaribin bi ser bikevin û destnîşan kir ku girîng e gel vê helwesta xwe ya li hemberî êrîşan biparêze.

Demîrtaş der barê mîtînga fînalê ya roja Şemiyê (sibe) ya li Wanê agahî da û diyar kir ku ev mîtîng betal nebûye. 

Selahattîn Demîrtaş ev bang li gel kir:

"Xebata me ya asayî dewam dike. Atmosfereke panîkê nîne, li hemberî êrîşan em ê bi xurtî bisekinin. Ji aliyekî ve li Wanê, ji aliyê din ve jî li Stenbolê em ê banga HDP'ê dubare bikin. Gelê Wanê wê xwedî li vîna xwe derkeve. Pêwîstî pê nîne ku ti kes bikeve rewşeke panîkê. Guh nedin spekulasyonan. Jiyan û têkoşîn dewam dikin. Em ne gelekî bitirsin û bêdeng bibin e. Em ê vê li meydanan nîşan bidin."