KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Êrîşên li dijî mîtînga Amedê sibe li Berlînê tê protestokirin
Êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, sibe li paytexta Elmanya Berlînê saet di 16:00 de li Hermanplatzê bi meşekê tê protestokirin. -
Wêneyên dema teqînê
Wêneyên dema teqîna bombeyên li qada mîtînga HDP'ê ya li Amedê hatibûn bicihkirin. -
NAV DEM banga çalakiyan li Kurdan û dostên wan kir
NAV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê şermerzar kir û banga çalakiyan kir. -
AKP’ê xwe kişand quncika xwe, gel nerazîbûna xwe nîşan dide
Piştî teqîna îro ya li Qada Îstasyonê Walîtiya Amedê kirin bin parastinê. Gelê Amedê jî li navenda bajêr li kornayan dide, derketine şaneşînên malên xwe li beroş û firaqan didin, komkujiyê şermezar dikin. -
4 kes mirin, 350 kes birîndar in
Hat ragihandin ku di êrîşên bombeyî yên li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 350 kes birîndar bûne. -
Ji Yuksekdag der barê erîşê de daxuyaniya destpêkê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag destnîşan kir ku kiryarên êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê Hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan e. -
Polîsan îxbara bombeyê stendibû
Derket holê ku polîsan îxbara bombeyê ya di mîtînga HDP’ê ya Amedê de stendibû. -
Gelê Amedê çalakiyan pêk tîne
Piştî daxuyaniya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a li ser êrîşên bombeyî, Amedî bi çalakiyan êrîşan protesto dikin. -
Onder: Gelê Amedê wê vê pûç bike
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Enqereyê Onder, der barê êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de ji Med Nûçe re axivî û got, "Gelê Amedê wê vê pûç bike." -
Li gorî agahiyên destpêkê bi sedan birîndar hene
Di êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de, li gorî agahiyên destpêkê bi sedan kes birîndar bûn. -
Êrîşên li Amedê li Dêrsimê hat protestokirin
Êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, li Dêrsimê hatin protestokirin. Dêrsimiyan li kolana azadiyê çalakiya rûniştinê lidar xistin. -
Êrîşên li Amedê sibe li Bielefeldê tê protestokirin
Êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, sibe li bajarê Elmanya Bielefeldê tê protestokirin. -
Demîrtaş: Li dijî êrîşan divê em rêxistinbûyî û serketî bin
Demîrtaş li dijî êrîşan banga rêxistinbûyî û serketinê kir û got, "Hilbijartina li pêşiya me wê teqez pêk were, wê sindoq bê danîn. Em ê bi ser bikevin, aştiyê bi ser bikeve." -
Teqîna li Amedê: 1 mirî
Hat ragihandin ku ji ber teqîna li mîtînga HDP'ê ya li Meydana Stasyonê herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest daye. -
Yuksekdag: AKP êrîşan organîze dike
Yuksekdag di mîtînga HDP’ê ya Colemêrgê de têkildarî êrîşên li hember HDP'ê diyar kir êrîşan AKP organîze dike û got: "Ala bi xwe îtîraf kir. Dixwaze tevahiya welat û hilbijartinê dînamît bike. Çavên wan tarî bûne." -
Li Amedê banga dayîna xwînê li gel hat kirin-HAT NÛKIRIN
Li dû teqîna li Amedê Şaredariya Bajarê Mezin ji welatiyên dixwazin xwînê bidin xwest serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî, Fakulteya Tipê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, bidin. -
AKP'yiyan belavokên reşkirina HDP'ê belav kirin
Li taxa Çinar a navçeya Stenbol Zeytînbûrnûyê, xebatkarên buroya hilbijartinê ya AKP'ê, piştî nimêja Înê derketin derve û belavokên reşkirina HDP'ê belav kirin. -
Hejmara birîndarên ji ber teqîna li Amedê zêde dibe
Welatiyên di du êrîşên bombeyî yên li mîtînga HDP'ê de birîndar bûn, li nexweşxaneyên taybet û dewletê tên tedawîkirin. -
KCD-E: Em êrîşa li Amedê bi nefret şermezar dikin
KCD-E nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa li Amedê da û diyar kir ku AKP ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle, êrîşên xwe zêde kiriye. Di daxuyaniyê de bang li gelê li Ewropayê hat kirin ku nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. -
Demîrtaş: Bila tevahiya gelê me li ber avahiya partiyê bicive
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bang li tevahiya gelê Amedê bi taybetî jî ciwanan kir, ku xwe ji kolanan vekişînin, neyên provokasyonan û li ber avahiya DBP'ê ya bajarê Amedê bicivin. -
5 kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
Ji 7 kesên serê sibehê li Wanê hatin binçavkirin, 5 kes bi hinceta temenê wan biçûke, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Li ser bedena birîndaran şopa parçeyên bombeyê û bêhna barûtê
Li mîtînga HDP'ê ya Amedê ku bi sed hezaran kes kom bûn, du teqînan rû dan. Rayedarên nexweşxaneyan dan xuyakirin ku li ser bedena birîndaran şopa parçeyên bombeyê û bêhna barûtê hatiye tespîtkirin. -
Li kolanên Amedê pevçûnan destpê kir
Ji ber teqîna ku herî kêm 20 kes birîndar bûn mîtînga li Meydana Stasyonê bi dawî bû. Heman piştî teqînê polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan. -
Bêrîvana birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Li Geverê ji ber traktora ku bêrîvan têde qulipî 6 jê giran 36 kes birîndar bibûn. Ji birîndaran Semiyan Kaçmaz jiyana xwe ji dest da. -
Seydo Aydogan li ser gora xwe hat bîranîn
Mamosta Seydo Aydogan ê nûnerê Egîtîm Sen a Qosera Mêrdînê yê sala 1992’yan hat qetilkirin li ser gora xwe hat bîranîn.