Ji Yuksekdag der barê erîşê de daxuyaniya destpêkê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag destnîşan kir ku kiryarên êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê Hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan e.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag destnîşan kir ku kiryarên êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê Hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan e.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag destnîşan kir ku kiryarên êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê Hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan e. Yuksekdag bibîr xist ku sibe mîtînga wan a fînalê heye û gel wê bersiva herî mezin sibe li qadan û di 7'ê Hezîranê de jî li ser sindoqan bide.
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Wanê û Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag êrîşa bombeyî ya li Amedê nirxand.
Yuksekdag got, "Armanca êrîşa li Amedê ji êrîşên beriya niha cudatir nîne. Armanc ew e ku HDP di binê bendê de bê hiştin, AKP bi ser bikeve û desthilatdariyeke şer a tirsê were avakirin. Armanca wan ev bû. Ji aliyê me ve êrîşeke kiryar diyar e. Kiryar hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan e. Ev desthilatdariya siyasî ye ku êrîşên heta niha yên li hemberî partiya me bi rêve bir û sewq kir. Êrîşa li Amedê jî bi sewq û rêveberiya vê hikûmetê pêk hatiye.
Em dibînin ku AKP, ji bo desthilatdariya xwe winda neke, ti barbarî nîne ku serî lê nede. Ti barbarî û hovîtî nemaye ku AKP neke. Xwe, rewatiya xwe winda kiriye. Hikûmeta AKP'ê ji xwe desthilatdariyeke bê otorîte bû. Li ser gel ji xwe otorîteyeke xwe ya rewa tinebû. Ji ber vê yekê xwest di hilbijartinê de xwînê birijîne.
Li hemberî vê êrîşê em ê heman helwestê nîşan bidin. Bi vê êrîşê re xwestin gelê me biherikîne kolanan û kaosê derxînin. AKP dixwaze bi afirandina kaosê re xwe ji nava vê kaosê derxîne. Em ê destûrê nedin ku kaoseke bi vî rengî rû bide. Em vê bangê li hlibijêrên xwe dikin: Neyên vê lîstika bi xwîn a AKP'ê, nekevin xefika wan a bi xwîn. Heta dawiya 7'ê Hezîranê li her cihî xebatên xwe bi biryardarî û baweriya serketinê bimeşînin. Em ê bersiva herî xurt di 7'ê Hezîranê de bidin Hikûmetê.
Davûtoglû daxuyaniyeke ku bi ti awayî jê nayê bawerkirin û rezaleteke siyasî ye, da. Dibêje, 'Mîna beriya niha em ê kiryarên vê êrîşê jî ronî bikin'. Ev dereweke mezin e. Heta niha kiryarên ti ji êrîşên li dijî partiya me nehatine ronîkirin. Dema kiryar bi çavê kor jî dihat xuyakirin, hingî lêpirsînên ji rêzê dihatin vekirin û nîvco dihatin hiştin. Hemû kiryar, hemû kujer û çete, bi xelat kirin.
Lê belê pêwîstî nîne Davûtoglû, AKP li kiryaran bigere. Tirkiye dizane kiryar kî ye. Kiryar diyar e. Ev hikûmet e. Em ê ji vê kiryarê hesap bibpirsin. Di 7'ê Hezîranê de bi têkoşîna demokrasiyê ya gelê xwe em ê hesap bipirsin.
Li Wanê sibe mîtînga me ya fînalê heye. Ez bawerim ku gelê me wê bi coş û biryardariyeke mezin were mîtîngê û xwedî li vîna xwe derkeve. Em ê li Wanê li qada xwe ya mîtîngê bersiva pêwîst bidin van dijminên demokrasiyê."