Li gorî agahiyên destpêkê bi sedan birîndar hene
Di êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de, li gorî agahiyên destpêkê bi sedan kes birîndar bûn.
Di êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de, li gorî agahiyên destpêkê bi sedan kes birîndar bûn.
Di êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de, li gorî agahiyên destpêkê bi sedan kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku hin ji birîndarên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyan Ramazan Yildiz ê 16 salî yê hat emeliyatkirin, nehat rizgarkirin. Hat ragihandin ku li Nexweşxaneya Venî Vîdî jî birîndarekî jiyana xwe ji dest daye.
Di êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de, li gorî agahiyên destpêkê bi sedan kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku hin ji birîndarên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyan li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl 40 birîndar, li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî 140 birîndar, li Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê 25 bi lezgînî hatin emeliyatkirin 75 birîndar, li Nexwşexaneya Venî Vîdî 5 jê giran 35 birîndar, li Nexweşxaneya Taybet a Baglarê 60 birîndar tên tedawîkirin. Wekî din hat ragihandin ku gelek nexweş rakirine nexweşxaneyên taybet ên bajêr.
YILDIZ Ê 16 SALÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Ramazan Yildiz ê 16 salî yê giran birîndar bû û li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hat emeliyatkirin, nehat rizgarkirin. Hat ragihandin ku li Nexweşxaneya Venî Vîdî jî birîndarekî jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku li ser welatiyê jiyana xwe ji dest da nasname û telefon nebû, navê wî nehat zanîn.
Hema hema li hemû nexweşxaneyên Amedê birîndar hene. Navê 35 birîndarên rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û Fakûlteya Zanîngeha Dîcleyê bi vî rengî ye: Ramazan Yıldırım, Çerbetin Çeli, Orhan Dolcan, Yasemin Çiçek, Sinan Sütçü, Hatice Ertuğ, Ali Çakmak, Erhan Ordu, Cengiz Yavuz, Yusuf Akyıl, Mehmet Ali Aydı, Ozan Okur, Ali Akol, Aynur Deniz, Veysi Karakuş, Mikail Yıldız, Orçun Erdoğan, Abdullah Ekin, Onur Özyol, Amed Yılmaz, Mehmet Sancar, Faik Güneş, Orhan Erdem, Filiz Koyun, Serkan Akay, Nurettin Ayran, Münevver Bayram, Mehmet Erbeg, Yasemin Pehlivan Çiçek, Şükran Karakuş, Hasan Oruç, Ümit Adamak ve soy isimleri öğrenilemeyen Gamze, Nuran ile Vedat.
JI BEDENA BIRÎNDARAN XARÊN HESIN HATIN DERXISTIN
Li destwerdana destpêkê ya tibî de ji bedena hin birîndaran xarên hesin hatin derxistin. Ekîbên Lêkolînkirina Cihê Bûyerê jî di lêkolîna xwe ya li cihê bûyerê de xar dîtibûn.