NAV DEM banga çalakiyan li Kurdan û dostên wan kir
NAV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê şermerzar kir û banga çalakiyan kir.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Tevî ku 2 roj ji bo dengdayîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê re mane, êrîşên bi rêk û pêk û plankirî yên li dijî HDP'ê dewam dikin. Êrîşên bombeyî yên li Amedê, bû asta herî bilind a êrîşên li hemberî hewldanên demokratîk."
NAV-DEM'ê destnîşan kir ku êrîşên li Amedê nîşan dide ku HDP'ê bend derbas kiriye û got, "Serketina konsepta demokratîkbûyînê, Tirkiyebûyînê ya HDP'ê, bi êrîşên roj bi roj zêde dibin re, xwe nîşan dide. Hêzên dibînin HDP bend derbas kiriye, îro jî li Amedê bi du bombeyan xwe nîşan dane. Ev hemû êrîş, êrîşên li dijî vîna gelan, jinan û hemû nasnameyên cihêreng e. Êrîşên li dijî hewldan û têkoşîna demokrasiyê ye. Lê belê em dibêjin ku tevî van hemû êrîşan jî wê demokrasî bi ser bikeve, vîna azad a gelan bi ser bikeve. Wê HDP bi ser bikeve."
'EM BÊDENG NEMÎNIN'
NAV-DEM'ê êrîş bi nefret şermezar kir û got, "Em bang li gelê xwe, hemû dostan û derdorên demokratîk dikin ku li hemberî vê êrîşa hov bêdeng nemînin û bi çalakiyên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin."