Li mîtînga HDP'ê ya Amedê ku bi sed hezaran kes kom bûn, du teqînan rû dan. Rayedarên nexweşxaneyan dan xuyakirin ku li ser bedena birîndaran şopa parçeyên bombeyê û bêhna barûtê hatiye tespîtkirin. Di encama teqînê de herî kêm 20 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê. Rayedarên nexweşaneyê diyar kirin ku li ser bedena birîndaran şopa parçeyên teqemeniyê û bêhna barûtê hatiye tespîtkirin.
Heman piştî teqînan jî polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseya gel kirin. Êrîşa polîsan dewam dike.