Onder: Gelê Amedê wê vê pûç bike

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Enqereyê Onder, der barê êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de ji Med Nûçe re axivî û got, "Gelê Amedê wê vê pûç bike."

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Enqereyê Onder, der barê êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de ji Med Nûçe re axivî û got, "Gelê Amedê wê vê pûç bike." Onder destnîşan kir ku ew ê bersiva herî mezin a li êrîşan, di hilbijartinê de bidin û got, "Em ê hesabê van yek bi yek bipirsin."

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, der barê êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de ji Med Nûçe re axivî û provokasyona Tendurekê, êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê yên Mersîn û Edeneyê, gef û hewldanên sûîqestê yên li dijî rêveberên HDP'ê bibîr xist. Onder diyar kir ku êrîşa dawî jî dewama van êrîşan e û got, "Vana hemû repertûarên di destê xwe de bicih anîn."

Onder da zanîn ku di êrîşên bombeyî yên li Amedê de hatiye xwestin, ku pêvajoyeke mîna dema çalakiyên 6-8'ê Cotmehê were destpêkirin, kaos û îzdihameke mezin were derxistin û got, "Gelê Amedê bi dîsîplîneke mezin ev bendewarî pûç kir."

Onder nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Serokwezîr Davûtoglû ya piştî êrîşa bombeyî da, ku gotibû "Em ê vê bûyerê ronî bikin", êrîşên li hemberî avahiyên wan ên li Mersîn û Edeneyê bibîr xist û got, "Yek bibihîze wê bêje qey kiryar û hemû mekanîzmayên berpirsyar aşkera kiriye."

Onder bal kişand ser nirxandinên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ên li ser êrîşan û got, "Hevserokê me yê giştî nirxandine di cih de kir. Ya dihat xwestin panîk û kaos bû. Eger ev pêk bihata wê plana wan a lîstikê jî bicih hatiba."

Onder da xuyakirin ku li dijî van hemû êrîş û provokasyonan ew bi berpirsyariyeke mezin a demokratîk nêzîk dibin û ji desthilatdariya AKP'ê re got, "Em ê meydanê ji van re nehêlin. Em ê bersiva herî xurt di sindoqan de bidin wê rojên ku em hesabê van yek bi yek bipirsin, destpê bikin."

Onder li hemberî hewldanên provoaksyonan bang li hemû welatiyan kir ku bi hişyarî û xwînsarî tevbigerin.