Hejmara birîndarên ji ber teqîna li Amedê zêde dibe
Welatiyên di du êrîşên bombeyî yên li mîtînga HDP'ê de birîndar bûn, li nexweşxaneyên taybet û dewletê tên tedawîkirin.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl û Fakulteya Tipê. Birîndarên li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî ya li Deriyê Çiyê, danê êvarê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl.
Li gorî agahiyên heta niha hatine bidestxistin, navê birîndarên ku du zarok jî di nav de ne yên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl in ev e: ALAN KARAKOÇ, BARAN AKSOY, NURÎ AYAZ, ALÎ ÎHSAN DOĞRU, ALÎ ABDURRAHMAN AKIN, SULEYMAN GUNEŞ, NECAT KESÎCÎ, YUNUS ORAK, SERKAN KUZU, BERZAN YAKAR, ERKAN YANAR