Teqîna li Amedê: 1 mirî

Hat ragihandin ku ji ber teqîna li mîtînga HDP'ê ya li Meydana Stasyonê herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, zilamekî 35-40 salî yê di teqînê de her du lingên wî jê bûn, li Nexweşxaneya Venî Vîdî jiyana xwe ji dest da.

Niha li Nexweşxaneya Venî Vîdî ya taybet 37 birîndar tên tedawîkirin.

12 birîndarên rewşa wan giran e jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê. Hejmara birîndarên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl, 30 derbas kir.

Li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî û Fakulteya Tipê jî tevî jin û zarok gelek birîndar hene. Lê ji ber ku daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, hejmara birîndaran nayê zanîn.