Seydo Aydogan li ser gora xwe hat bîranîn
Mamosta Seydo Aydogan ê nûnerê Egîtîm Sen a Qosera Mêrdînê yê sala 1992’yan hat qetilkirin li ser gora xwe hat bîranîn.

Nûnertiya Qoserê ya Egîtîm Sen, Mamosta Seydo Aydogan ê dema li Dibistana Seretayî ya Îstîklal a li Qoserê wezîfedar bû, hat qetilkirin li Goristana Şehîdan li gora wî ew bibîr anî. Di bîranînê de ligel malbata Aydogan û Sernûnerê Egîtîm Sen ê Qoserê Hamît Gungor jî amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê birayê Aydogan Nivîskarê Kurd Îbrahîm Seydo Aydogan axaftineke kurt kir. Aydogan bal kişand ser qetilkirinên salên 90'an û got, birayê wî yê di nav civakê de pêşen bû hedef hatiye girtin û qetilkirin. Aydogan wiha dewam kir: “Pêwîst e em ti carî têkoşîna xwe ji bîr nekin û timî li wan xwedî derkevin.”
Piştî axaftinan beşdaran sersaxî ji malbatê re xwestin.