Demîrtaş: Li dijî êrîşan divê em rêxistinbûyî û serketî bin
Demîrtaş li dijî êrîşan banga rêxistinbûyî û serketinê kir û got, "Hilbijartina li pêşiya me wê teqez pêk were, wê sindoq bê danîn. Em ê bi ser bikevin, aştiyê bi ser bikeve."
Demîrtaş li dijî êrîşan banga rêxistinbûyî û serketinê kir û got, "Hilbijartina li pêşiya me wê teqez pêk were, wê sindoq bê danîn. Em ê bi ser bikevin, aştiyê bi ser bikeve."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, piştî êrîşên bombeyî yên li mîtînga HDP'ê ya li Amedê, li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr ji girseya gel re axivî û li dijî êrîşan banga helwesta rêxistinbûyî û serketinê kir. Demîrtaş got, "Hilbijartina li pêşiya me wê teqez pêk were, wê sindoq bê danîn. Em ê bi ser bikevin, aştiyê bi ser bikeve." Demîrtaş her wiha bang kir ku xebatên hilbijartinê heta encam were bidestxistin, bi heman dîsîplînê werin meşandin.
Piştî êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga HDP'ê ya bi heybet, li ser banga Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi deh hezaran kes li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr civiyan. Demîrtaş li vê derê ji girseya gel re axivî. Axaftina Demîrtaş a timî bi dirûşmên "Kujer Erdogan" hat birîn, bi vî rengî ye:
"Bê guman wê bixwazin vê meşa me bisekinînin. Hewl didin li her derê li me bidin. Pêwîstiya me bi aştiyê heye. Çi dikin bila bikin, bi rik ew ê aştî were vî welatî, hûnê aştiyê pêk bînin.
Binêrin îro, ji saeta teqînê rû daye heta niha, ji çar aliyên Tirkiyeyê li me digerin. Dibêjin dil û duayên me bi we re ne. Dilê mirovên dilê wan ji bo aştiyê lê dide, bi me re ne.
Çawa ku me heta niha bi coş, kelecanekê xebatên xwe meşandin, heta ku encamên fermî bi dest bixin, em ê bi heman kelecanê xebatên xwe bimeşînin.
HDP ne partiyeke bê van lîstikan e. Encama em ê ji hilbijartinan bi dest bixin, wê nefesê bide Tirkiyeyê. Em ê bi heman sebir û aramiyê xebata xwe dewam bikin.
Dîsîplîna we ya ku li qadê we nîşan da, pêşî li karesateke mezintir girt. Xwestin bi sed hezaran mirov, jin, zarok pê li hev bikin û hev du bieciqînin. Xwişk û birayên min, em neçarin bi ser bikevin.
Înşalleh wê aşkera bike kîjan hêz li pişt vê êrîşê ye. Eger zelal bibe ku ev êrîşeke, eger kiryarên êrîşê zelal bibin wê Tirkiye rehet bibe. Divê ser van neyê girtin.
Em têkoşîna mirovahiyê dimeşînin, ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya Tirkiye nefesekê bigire, em li ser rê ne.
Dema em ketin ser rê, me dizanîbûn ku em bi xeteriyê re rû bi rû ne.
Hilbijartina li pêşiya me wê teqez pêk were, wê sindoq bê danîn. Em ê bi ser bikevin aştî wê bi ser bikeve, azadî wê bi ser bikeve. Di êvara 7'ê Hezîranê de em ê mirovahiya mezin diyarî welêt bikin."