Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bang li tevahiya gelê Amedê bi taybetî jî ciwanan kir, ku xwe ji kolanan vekişînin, neyên provokasyonan û li ber avahiya DBP'ê ya bajarê Amedê bicivin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beriya niha bi kêliyekê bi rêya telefonê beşdarî weşana MEDNÛÇE bû û banga hişyarî û hestiyariyê li gelê Amedê kir.
Demîrtaş diyar kir ku çend deqe beriya axaftina wî ya li mîtîngê, li 2 cihan teqînan rû dane û gelek kes birîndar bûne ku hin ji wan birîna wan giran e.
Demîrtaş bang li gelê Amedê kir, bi taybetî jî ciwanan ku xwe ji kolanan li meydanan vekişînin, neyên provokasyonan û li ber avahiya DBP'ê ya Amedê bicivin, ku wê piştî demeke kurt daxuyaniyekê li wir bide.
Demîrtaş destnîşan kir ku çi dibe bila bibe, ew ê neyên tehrîkan, ew ê hilbijartinê pêk bînin û ew ê bendê hilweşînin.