Gelê Amedê çalakiyan pêk tîne

Piştî daxuyaniya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a li ser êrîşên bombeyî, Amedî bi çalakiyan êrîşan protesto dikin.

Piştî daxuyaniya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a li ser êrîşên bombeyî, Amedî bi çalakiyan êrîşan protesto dikin. Li her devera Amedê konvoyên wesayîtan digerin, li korneyê tê dayîn, ceyran tê tefandin û çalakiya lêdana li qûşxaneyê tê lidarxistin.

Li ser banga berpirsyarî û hişyariyê ya Demîrtaş, Amedî bi çalakiyên demokratîk êrîşên bombeyî protesto dikin. Li gelek cihên bajêr konvoyên ji wesayîtan digerin, li korneyê tê dayîn, ceyrana li malan tê tefandin û çalakiya lêdana li qûşxaneyê tê lidarxistin. Amedî bi çalakiyên demokratîk re nerazîbûneke mezin nîşanî êrîşan didin. Tê payîn ku çalakiyên protestoyî heta derengiya şevê dewam bikin.

Li aliyê din, li kolan Ekîncîlerê, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin.