AKP’ê xwe kişand quncika xwe, gel nerazîbûna xwe nîşan dide

Piştî teqîna îro ya li Qada Îstasyonê Walîtiya Amedê kirin bin parastinê. Gelê Amedê jî li navenda bajêr li kornayan dide, derketine şaneşînên malên xwe li beroş û firaqan didin, komkujiyê şermezar dikin.

Piştî teqîna îro ya li Qada Îstasyonê Walîtiya Amedê kirin bin parastinê.

Rêya li ber avahiya Walîtiyê ji her du aliyan ve li trafîkê hat girtin, polîs û wesayîtên zirxî li ber avahiyê hatine bicihkirin.

Li gel vê piştî teqînê buroyên hilbijartinê yên AKP’ê ku ji sibehê ve wesayîtên polîsan li ber bûn, saetên zû hatin girtin.

Gelê Amedê jî li navenda bajêr li kornayan dide, derketine şaneşînên malên xwe li beroş û firaqan didin, komkujiyê şermezar dikin.