Polîsan îxbara bombeyê stendibû

Derket holê ku polîsan îxbara bombeyê ya di mîtînga HDP’ê ya Amedê de stendibû.

Derket holê ku polîsan îxbara bombeyê ya di mîtînga HDP’ê ya Amedê de stendibû. Mamostayên Lîseya Îmam Hatîb îro piştî nîvro bi gotina, “Îxbar heye” ne di deriyê pêş di deriyê paş ê dibistanê de hatin derxistin.

Li gor nûçeya ETHA'yê, mamostayên Dibistana Lîseya Îmam Hatîp a Navend îro piştî nîvro dema ji dibistanê derketin polîsên tedbîr girtibûn destûr nedan mamosta derkevin. Polîsan ji mamostayan re gotin, “Îxbara bombeyê heye”. Paşê mamosta di deriyê paş ê dibistanê de hatin derxistin.

Trafoya bombe li ber teqiya, hema li ber dibistanê ye.