Yuksekdag di mîtînga HDP’ê ya Colemêrgê de têkildarî êrîşên li hember HDP'ê diyar kir ku êrîşan AKP organîze dike. Yuksekdag derbirî ku Efkan Ala bi organîzekirina êrîşan Erzirom xera kiriye û wiha domand: "Ala bi xwe îtîraf kir. Dixwaze tevahiya welat û hilbijartinê dînamît bike. Çavên wan tarî bûne.
HDP'ê mitînga xwe ya Colemêrgê li Taxa Mezranê bi tevlîbûna deh hezaran li dar xist. Mitîngê bi axaftina Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê Zeynep Besî Dara dest pê kir. Pişt re namzetên HDP'ê yên Colemêrgê derketin ser dikê û gel silav kir. Pişt re Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag derket ser dikê.
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Adîl Zozanî di mîtîngê de axivî û got ew ê li Colemêrgê bi rekorê dengan bigirtin. Piştre Namzeta HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak axivî û diyar kir ku ew ê 8'ê Hezîranê bi coşa pîroz bikin û wiha got: "Em ê silavan ji Rêberê Apo re bişînin. Em ê ji hevalên li girtîgehan û çiyayan silavan bişînin." Paşê namzetên din Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan bi kurtî axivîn.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî bi Kurdî gel silav kir û dest bi axaftina xwe kir. Yuksekdag wiha axivî: "Em bi gelê xwe yê li her qadê ji bo azadiyê qad dagirtin serbilind in. Em bi kesên hatin ber serketinê bi rûmet in. Em bi berxwedanê hatin ber bi serketinê. Yên dixwazin zilmê li me bikin wê di 7'ê Hezîranê de têk biçin. Yên coşa me hezm nekin hene. Naxwazin rûyê dayikên me bikene. Naxwazin pêşeroja zarokên me ronî bibe. Em nobedarên ronahiyê ew yên tarîtiyê ne. Êrîşî li mirovahiya me dikin. Hevalê me Oge ji aliyê wan nobedarên tarîtiyê ve hate qetilkirin. Yên demokrasiyê ji Tirkiyeyê gelek dibînin hêzên darbekar, hêzên tarîtiyê û JÎTEM xistin dewrê. Dixwazin Tirkiyeyê ber bi rojên tarî ve bibin. Erdogan ji bo desthilatdariya xwe winda neke her tiştî dike."
'TE SERWETA GEL DIZÎ Û JI ÇETEYAN RE ÇEK ŞAND'
Yuksekdag bal kişand ser kiryarên komkujiyê yên AKP'ê û wiha pêde çû: "Ti pêşiyê li xwe binêre. Te Komkujiya Roboskiyê pêk anî. Te li Çewlikê hevalek me qetil kir. Her roj ji ber polîtîkayên te ji Rojava û Şengalê cenaze tê. Sedema van qetilkirinan teva ti yî Erdogan. Tu serweta gel didizî û didî çek ji çeteyan re dişînî. Ti her roj kefen li zarokên vî gelî dikî. Ji ber vê yekê em ê hesabê vê yekê ji te bipirsîn û te bişînin. Duh hevalek me li Erziromê hate şewitandin. Em diaxivin lê AKP qetil dike, di şewitîne, di revîne îşkence dike. Erdogan dixwaze Tirkiyeyê bişewiîne. Em ê vê zîhniyeta xwînmij di 7'ê Hezîranê de bişînin."
'BI TERORÎZMÊ NIKARIN ME BÊZAR BIKIN'
Têkildarî êrîşên AKP'ê jî Yuksekdag derbirî ku êrîşan AKP organîze dike. Yuksekdag derbirî ku Efkan Ala bi organîzekirina êrîşan Erzirom xera kiriye û wiha domand: "Ala bi xwe îtîraf kir. Dixwaze tevahiya welat û hilbijartinê dînamît bike. Çavên wan tarî bûne. Di 24 seatên dawiyê de lez dane binçavkirin û girtinan. Di nav rojekê de 150 hevalên me hatin binçavkirin. Ev terora dewlet û AKP'ê ye. Li Erziromê bi dehan hevalên me hatin birîndarkirin, lê êrîşkarek jî nehate binçavkirin. Polîs li rex van çeteyên çavên wan tarî bûyîn, rawestiyan. Xwestin komkujiyek komî pêk bînin. Li hemberî van çeteyan heta dawiyê em dê têbikoşin. Bi terorîzmê nikarin me bêzar bikin."
'EM Ê HESABÊ ÇEKÊN JI ÇETEYAN RE HATINE ŞANDIN BIPIRSIN’
Yuksekdag balkişand ser êrîşên AKP'ê daxuşand ku li gel hemû terorîzmê jî ew destûr nadin ku Erdgan bibe serok. Yuksekdag derbirî ku ew dê bi têkoşîna xwe ji gelê Tirkiyeyê re aştiyê bînin Yusekdag wiha domand: "Kurd azadiya xwe di HDP'ê de dibînin. Em jî bi gelê xwe bawer in. Hikûmeta AKP'ê vegeriya ye hikûmeta şer. Em ê hesabê çekên ji çeteyan re hatine şandin bipirsin. Em ê heta ev diz ji holê bên rakirin nobetê bigirin. Em ê serketina xwe diyarî nirxên têkoşîna azadiyê bikin."
Mîtîng bi dirûşm û govendê bi dawî bû.