KCD-E nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa li Amedê da û diyar kir ku AKP ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle, êrîşên xwe zêde kiriye. Di daxuyaniyê de bang li gelê li Ewropayê hat kirin ku nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide.
Hevserokatiya KCD-E, der barê êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber HDP bûye hêviya bindestan, gel û baweriyên tên înkarkirin, AKP'ê ditirsîne û ev xal hat destnîşankirin:
BANGA LI GELÊ LI EWROPAYÊ
"Çeteyên naxwazin projeya azadî, demokrasî û aştiyê bicih werin, mîna duh li Rojava îro li Edene, Mersîn, Erzîrom û Amedê ji bo şikandina vîna gelê Kurd û hemû gelên bindest, êrîş kirine. AKP a ku di her firsendê de dibêje ew ê her tiştî bike ji bo HDP di binê benda hilbijartinê de bimîne, êrîş û provokasyonên xwe zêde kiriye.
Em êrîşa îro ya li hemberî qada mîtîngê ya li Amedê bi nefret şermezar dikin. Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku ji bo di şexsê AKP'ê de polîtîkayên komkujiyê yên T.C a faşîst teşhîr bikin û raya giştî ya navneteweyî bixin nava tevgerê, li her cihê lê dijîn nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide."