KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
4 şervanên YPG’ê li Qendîlê hatin definkirin
4 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Fermandar Şehîd Rubar a li Rojava de jiyana xwe ji dest dan, li Qendîlê hatin definkirin. -
Kalkan: Di nava gelên Kurd û Fîlîstînê de biratiya şer ava bû
Kalkan berxwedana PKK'ê ya li dijî dagirkeriya 2'ê Hezîrana 1982'an a Îsraîlê ya li hemberî Lubnanê nirxand. Kalkan got, "Têkoşîna gelê Fîlîstînê têkoşîna me ye" û diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser bibe. -
‘Divê yek karkerek bê rêxistin nemîne’
Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê ya Silêmaniyê ku di 25’ê Çileya 2015’an de li Hewlêrê ava bû Tekîn Sadak, diyar kir ku ji bo ku li Başûrê Kurdistanê yek karkerek bê rêxistin nemîne, xwe birêxistin kirine. -
Nasnameya 27 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 27 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Şengalî tevî germa dijwar jî jiyana xwe li Çiyayê Şengalê didomînin
Bi hatina biharê re hewa germ bandoreke neyînî li Şengaliyan dike. Êzidiyên piştî komkujiyê derketin çiyê, tevî hemû neyîniyan jî bi biryardarî Çiyayê Şengalê natirikînin. -
Gundê Eyşa hate rizgarkirin
Şervanên YPG’ê gundê Eyşa ku dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê, ji bin dagirkeriya çeteyan rizgar kir. -
Şervanê YPG’ê yê birîndar ji ber hat rawestandin jiyana xwe ji dest da
Şervanê YPG'ê Xelîl Menaf ê li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de giran birîndar bû; ji ber zêde hat rawestandin û xwîn winda kir, jiyana xwe ji dest da. -
YPG’ê îdîayên têkildarî Ebu Şaxat cara duyemîn derewand
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku hinek dezgehên çapemeniyê, îdîa kirine ku hêzên YPG’ê di dema rizgarkirina gundê Ebu Şaxat de sîvîl kuştine, lê ev îdîa ji rastiyê dûr in. -
Li Colemêrgê erdhej
Li gundê Dêzê yê Colemêrgê erdheja pileya wê 4 pêk hat. -
KNK: Berxwedana YNK'ê Kurdistan bi hêz kir
KNK 40. salvegera damezrandina YNK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku YNK di nava 40 salan de hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê siyasî ve bûye sedema bidestxistina destketiyên mezin. -
Bûrkan El-Firat: Koalîsyona Niştimanî hewl dide têkçûna DAIŞ'ê veşêre
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat diyar kir ku Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê nûnertiya rûyê siyasî yê çeteyên DAIŞ’ê dike û destnîşan kir ku hemû îdîayên koalîsyonê bi armanca veşartina têkçûnên çeteyên DAIŞ’ê ne. -
YPG’ê nasnameya 3 şervanan aşkera kir
Nasnameyên 3 şervanên YPG’ê yên di pevçûnên rojavayê Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hatin aşkerakirin. -
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde dibe
Ji hilbijartinan re ku hefteyek maye tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde dibe -
YPG: Li Cizîr û Kobanê 9 gund hatin rizgarkirin
Di operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrrojavayê Serêkaniyê û li rojhilatê Kobanê de 9 gund û girikek ji çeteyan hatin paqijkirin. Di operasyonan de gelek çete hatin kuştin. -
Li Colemêrg, Bedlîs û Dêrsimê tevgera artêşa Tirk
Leşkerên Qereqola Sîvrî ya Şemzînanê li girê Leylak bi cih bûn û mewziyên nû çêkirin. Ev 10 ro je li navçeya Norşîn a Bedlîsê jî artêşa Tirk bi wesayîtên zirxî digerin. -
Ji KCK'ê ji bo Mele Abdûllah peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata bavê endamê Konseya Rêveber Zubeyîr Aydar Mele Abdûllah, peyama sersaxiyê weşand. -
Doza Liceyê ji bo 7-8'ê Cotmehê hat taloqkirin
Doza Komkujiya Liceyê ya li Îzmîrê hat dîtin, ji bo 7-8'ê Cotmehê hat taloqkirin. Serokê dadgehê biryara taloqkirinê da û balkêş e got, "Ez demeke taybet didim we". -
Amed: 1’ê Hezîranê bû rêbaza têkoşîn û jiyanê
Yek ji Fermandara YJA-STAR’ê Amed, salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê nirxand û bal kişand rola jinan a di vê pêngavê de. -
Kurdistaniyan li Achîmê meclîsa xwe ava kirin
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Achîmê dijîn û xwe bi şêweyê komunê birêxistin kirine, kongreya xwe li dar xistin. Bi kongreyê re Kurdistaniyan xwe bi rêbaza meclîsê birêxistin kirin. -
DEM-GENÇ'î ber bi Amarayê ve meşiyan
Aktîvîsên DEM-GENÇ’ê ber bi Amarayê ve ku Rêberê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, meşek meşaleyî pêk anîn. -
Li Êlihê dema çandiniyê!
Li Êlihê di roja yekem a havînê de genim û nîsk hat çinîn. Cotkaran da zanîn ku piştî saleke bi şilî, tê payîn ku wê qezenca îsal zêde be û her wiha buhayê genim û nîskan jî ji aliyê cotkaran ve tê meraqkirin. -
‘Bi ruhê 1’ê Hezîranê wê têkoşîna siyasî û demokrasiyê bi ser bikeve’
Merasîma Pêngava 1’ê Hezîranê bi tevlîbûna sedan gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medya hat lidarxistin. Di merasîna leşkerî de endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan bal kişand ser bandora 1’ê Hezîranê ya li ser şoreşa azadiya Kurdistan -
Koordînasyona Kantonên Rojava peyama sersaxiyê weşand
Koordînasyona Giştî ya 3 Kantonên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên qurbaniyên şewata navenda tenduristiyê ya taxa Meyselûn a Qamişlo re xwest. -
Têkoşer Pazarcik li Parîsê hat bîranîn
Gerîla Ozcan Boztosûn bi nasnav Têkoşer Pazarcik ê di 3'ê Hezîrana 2014'an de di şerê li bejahiya Ûrmiyeyê de jiyana xwe ji dest da, li Parîsê hat bîranîn. -
40. salvegera damezrandina YNK'ê li Stockholmê hat pîrozkirin
40. salvegera damezrandina YNK'ê ya ji aliyê Celal Talabanî ve bingeha wê hat danîn, li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmeke bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin.