Şengalî tevî germa dijwar jî jiyana xwe li Çiyayê Şengalê didomînin
Bi hatina biharê re hewa germ bandoreke neyînî li Şengaliyan dike. Êzidiyên piştî komkujiyê derketin çiyê, tevî hemû neyîniyan jî bi biryardarî Çiyayê Şengalê natirikînin.

Êzidiyên di 3'ê Tebaxa 2014'an de komkujî û fermana çeteyên DAIŞ'ê bi serê wan de rabû, tevî her tiştî jî jiyana xwe dwam dikin. Li Şengalê li aliyekî pevçûnên dijwar diqewimin, li aliyê din jî têkoşîna ji bo jiyanê tê meşandin. Germbûna hewayê, Êzidiyên bi binê konên ji naylon de dixe nava zor û zehmetiyan. Ji Şengaliyên di binê konekî biçûk ê ji naylon de dijî Erzan Îlyas diyar kir ku şert û merc çiqasî zehmet bin jî ew ê xaka xwe neterikînin û got, "Hewa çiqasî germe jî bi qasî fermana 73'an nikare germ be."
Îlyas anî ziman ku 3'ê Tebaxê rojeke gelekî xerab e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em li benda roja vegera li mala xwe ne. Sedema berxwedana me ya li vir di nava van şert û mercan de, hêviya vegera li Şengalê ye."
Îlyas da xuyakirin ku li vî bajarê mirovahî lê hat qetilkirin, civata Êzidî tevî hemû zor û zehmetiyan dijîn û got, "Em ê ti carî xaka xwe neterikînin."