Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê ya Silêmaniyê ku di 25’ê Çileya 2015’an de li Hewlêrê ava bû Tekîn Sadak, diyar kir ku ji bo ku li Başûrê Kurdistanê yek karkerek bê rêxistin nemîne, xwe birêxistin kirine.
HALÎT ERMÎŞ
SILÊMANÎ-ANF
sêşem, 2 pûşperê 2015, 07:22
Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê ya Silêmaniyê ku di 25’ê Çileya 2015’an de li Hewlêrê ava bû Tekîn Sadak, diyar kir ku ji bo ku li Başûrê Kurdistanê yek karkerek bê rêxistin nemîne, xwe birêxistin kirine.
Sadak bal kişand ser aboriya bikarhêner a Başûrê Kurdistanê û got: “Li Başûr sektora herî mezin înşaet e. Razemeniya sanayiyê tine. Tevî ku derfetên mezin ên çandiniyê hene, hema hema hemû hilberîn ji derve tên îthalkirin. Beşeke mezin a herêmê li qadên weke pêşmerge, polîs û yên cuda memur in. Ji ber vê jî beşek mezin ji derveyî hilberînê dimînin.
Bi vê rêbazê re, ger li Başûrê Kurdistanê petrol tinebe, mirov nekarin behsa pêşketina civakî û pêşveçûna aborî bikin. Kedkar jî zehmetiyên mezin dikişînin. Jixwe qada îstîhdama kar gelek kêm e. Kesên dixebitin jî ji sîgorteyên tenduristî û kar bêpar dimînin. Welatî heqdestê keda xwe nagirin.”
DIVÊ KARKEREK BÊ RÊXISTIN NEMÎNE
Sadak li ser avabûna saziyê sekinî û wiha berdewam kir: “Komele 6 meh berê li Hewlêrê hat avakirin. Li ser hewcedariyê 3 meh şûnde jî li Silêmaniyê hat avakirin. Ji bo li Başûr yek karkerekî bê rêxistin nemîne, me hewcedarî bi vekirina vê komeleyê dît. Beşeke mezin a vê civakê kedkarin. Tinebûna saziyeke bi vî rengî ku hemû karker tên cem hev, kêmasiyek mezin bû. Mixabin kedkarên Başûrê Kurdistanê bê rêxistinin. Armanca ev e ku em mafê karkeran biparêzin.
Li her derê cîhanê karker, kedkar li dijî sermayayê xwe rêxistin dikin, sendîkayên ku mafê wan diparêzin hene. Lê tevî ku beşeke mezin a civakê kedkar e, nebûna baskê kar ên xwe dispêrên hilberînê, nakokiyek mezin e. Aborî li ser petrol û înşaetê didome. Karkeriya paqijiyê pir zêde ye. Bi taybet ji Bangladeş û welatên wek vê gelek kes tên vir û di karên paqijiyê de dixebitin. Yên ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê tên jî di sektora înşaetê de dixebitin.
TI MAFÊ KEDKARAN TINE
Ti ewlehiya jiyan û kar a karkeran tine. Sîgorteya kar û tenduristiyê li aliyekî, karker nekarin heqdestê xwe jî bigirin. Ligel vê nekarin mafê xwe jî bînin ziman û xwe rêxistin bikin. Dema rewş jî wisa be kedkar nekarin mafên xwe yên kedê jî bigirin û ewlehiya xwe bixwazin. Ji ber nekarin vê lêpirsîn bikin. Ji ber rêxistibûneke di vî alî de tine, mafê xwe jî nekare bixwaze.”
SERMAYE DI BIN RÊVEBERIYA MÊR DE KOM BÛYE
Sadak axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev ji pergalê pêk tê. Dema em hatin Başûr me got em ê xwe rêxistin bikin, hêza xwe bikin yek. Lê organîzasyonek tinebû. Pergala herêma federal jî ji vê re zêde ne vekiriye. Ji ber sermaye hemû di destê rêveberiyê de ye. Mirov nekarin behsa razemeniyên taybet, fabrîqe, atoleyên hilberînê bikin. Baskên sanayiyê tine. Mirov nekarin bêjin li çîneke karker û kedkaran ya ku civaka sanayî derxistine holê heye. Rewşa teşvîkê ya vê jî tine. Hemû qadên hilberînê di destê rêveberiya herêmî de ye.
Derfetên razemeniyê hene. Çavkaniyên Başûr dewlemend in. Lê razemeniyek di vî alî de tine. Gelek sedemên vê hene. Lê ev hemû di destê hêzên siyasî de ne. Van heta niha polîtîkayeke ku xwe dispêre aboriyê neşopandin. Hemû hilberîn ji derve tê îthalkirin. Ew bi xwe tiştekî hilnaberînin.
Li herêmê niha çavkaniya sereke petrol, înşaet û çandinî ye. Petrol ji xwe di destê hikûmetê de ye. Rafîneyan jî pêş naxînin û petrolê naynin rewşa safî. Sektorên înşaetê piranî di destê fîrmayên biyanî de ye. Fîrmayên Tirk gelek aktîf in. Polîtikayek cidî tine. Ji ber vê jî mirov nekarin behsa aboriya herêmî ya xwe dispêre hilberînê bikin. Bi taybet piştî pêvajoya şer, pêşiya avabûna nû, vebû. Vê sektora înşaetê pêş xist. Karkerên di înşaetê de dixebitin jî piranî ji parçeyên din ên Kurdistanê hatine.”
Sadak bi lêv kir ku wan demek berê saziya xwe avakirine û ji bo rêxistibûna karkerên sektora înşaetê û karkerên paqijiyê, xebatên rêxistibûnê dimeşînin. Sadak da xuyakirin ku ew di rewşa heyî de nekarin xwe bigihînin hemû kesî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em zêde xwe digihînin karkerên înşaetê. Lê aliyekî din ê berfireh ku divê em xwe bigihînê heye. Me dest bi qeyda endaman kir. Em hedef dikin xwe bigihînin hemûyan. Em bi awayekî hêsan xwe digihînin karkerên ji Bakur û Rojava hatine.
BI PÊŞMERGETIYÊ CIVAKÊ DIKIN BIN KONTROLÊ
Gelê herêmê beşdarî hilberînê nabe. Piranî pêşmerge ne. Polîs in. Di qadên cuda de dixebitin. Memur an jî esnafên biçûk in. Di her malbatekê de hema hema du kes pêşmergetiyê dikin. Li bejahiyan çandinî tên kirin. Dixwazin bi pêşmergetiyê civakê di bin kontrolê de bihêlin.
ABORÎ GIRÊDAYÎ DERVE YE
Krîza aborî ya li herêmê, ji ber ku hikûmeta navendî ya Iraqê butçeya pêwîst nade herêmî pêk tê. Lê mirov nekarin bêjin vê rê li ber krîzeke cidî vekiriye. Niha ji xwe aboriya herêmê li ser hilberînên îthal ava bûye. Ya rast ev bi xwe krîzek e. Dema wisa be herêm nekare hilberîne. Girêdayî derve dimînin. Lê dîsa jî li herêmê sermayeyek cidî heye. Lê ev bi awayekî adîlane nayê parvekirin.”