Nasnameya 27 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 27 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 27 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 27 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê de wiha hat gotin: "Dema li xeleka şehîdên PKK'ê were temaşekirin, wê were dîtin ku her yek ji bo pêşerojê bûye pêngavek, bûye sedema pêngaveke nû. Şehîdên me di şert û mercên herî zehmet û bêeman de hêza fêmkirina Rêbertiya me nîşan dan, bi vî rengî berê xwe dan pratîkê, bi zanebûneke mezin a îdeolojîk re dilsoziya xwe nîşan dan û destena vejînê ya Kurdan li dîrokê nivîsandin.
Ji ber ku wan dizanîbûn ku divê çawa bê jiyîn. Di heman demê de xwedî wateya jiyanê bûn. Mirovên mezin bûn ku bi awayekî rast tevlî jiyanê dibûn û jiyan diafirandin. Şehîdên me weke abîdeyên me yên manewî û berxwedana bingehîn a dawî li vê rêveçûna serberjêriyê anî, di roja îro de jî weke fermandarên me û hêza me ya manewî li kêleka me ne.
Weke Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê em bang li tevahiya gel dikin ku li dora rastiya şehîdan mîna meşaleyekê bicivin. Bi xwedîderketina li mîrateya wan ji me re hiştin re, ji bo em bi hemû hêza xwe tevlî avakirina Kurdistanê bibin, divê em bi berpirsyariyên xwe rabin. Ji ber vê yekê temînata serketina em di rêya fermandarên xwe yên mezin, di rêya şehîdan de bi dest bixin, ancax bi jiyana komunal û şoreşa zîhniyet û wijdanê dikarin pêk bînin. Lewma em weke şervanên azadiyê yên ku şehîdên xwe ne li binê axê, di dilê xwe de veşartine, soz didin ku em ê bi dilsoziya bi şehîdên xwe re bijîn."
NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:
Abdulhamît Demîr bi nasnav Hogir, di sala 1972'an de li Silopiyê ji dayik bû, di sala 1989'an de beşdar bû, di 28'ê Tîrmeha 1997'an de li Bergarê jiyana xwe ji dest da.
Ahmet Kaplan bi nasnav Heval, di sala 1978'an de li Silopiyê ji dayik bû, di sala 1989'an de beşdar bû, di sala 1990'î de li Kaşûrayê jiyana xwe ji dest da.
Haci Aliş bi nasnav Kadir Rambo, di sala 1967'an de li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1989'an de beşdar bû, di 21'ê Nîsana 1990'î de li Gabarê jiyana xwe ji dest da.
Hulya Bûdak bi nasnav Mizgîn, di sala 1975'an de li Silopiyê ji dayik bû, di sala 1990'î de beşdar bû, di 21'ê Gulana 1995'an de li Cûdî jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Emîn Dûram bi nasnav Dilgeş Guneş, di sala 1974'an de li Berwarî ji dayik bû, di sala 1989'an de beşdar bû, di 29'ê Mijdara 1996'an de li Sasonê jiyana xwe ji dest da.
M. Salih Işikli bi nasnav Tîmar, di sala 1976'an de li Cizîrê ji dayik bû, di 11'ê Nîsana 1993'an de li Cizîrê beşdar bû, di sala 1994'an de li Botanê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Duşkun bi nasnav Şoreş Serhedî, di sala 1964'an de li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1984'an de beşdar bû, di 1'ê Çileya 1988'an de li Çiyayê Bizina/Botan jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Kadar bi nasnav Akîf Pîro, di sala 1974'an de li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1988'an de beşdar bû, di 10'ê Îlona 1995'an de li Sasonê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Ozdemîr bi nasnav Îsmaîl, di sala 1973'an de li Elkê ji dayik bû, di sala 1988'an de beşdar bû, di 6'ê Nîsana 1992'an de li Besta jiyana xwe ji dest da.
Mîrza Coşkûn bi nasnav Azîz, di sala 1978'an de li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1992'an de beşdar bû, di 1'ê Tebaxa 1994'an de li Alana Deştî/Şaxê jiyana xwe ji dest da.
Mûhîttîn Seyyar bi nasnav Bagok Berxwedan, di sala 1971'ê de li Hezexê jiyana xwe ji dest da, di sala 1991'ê de beşdar bû, di 14'ê Mijdara 1996'an de li Oranus/Tetwanê jiyana xwe ji dest da.
Mûrat Şîmşek bi nasnav Dijwar, di sala 1978'an de li Mûşê ji dayik bû, di sala 1994'an de li Stenbolê beşdar bû, di 31'ê Gulana 1995'an de jiyana xwe ji dest da.
Mûstafa Adiguzel bi nasnav Metîn, di sala 1975'an de li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1989'an de li Şirnexê beşdar bû, di sala 1996'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.
Necat Guney bi nasnav Saadet, di sala 1990'î de li Cizîrê beşdar bû, di 4'ê Tebaxa 1993'an de li Bajêrganê jiyana xwe ji dest da.
Nesîm Basan bi nasnav Mahmût Şirnex, di sala 1974'an de li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1989'an de li Şirnexê beşdar bû, di 22'ê Tîrmeha 2002'an de li Êlihê jiyana xwe ji dest da.
Abdûllah Geçgel bi nasnav Arî Kiçî, di sala 1972'an de li Hezexê ji dayik bû, di sala 1989'an de beşdar bû, di sala 2001'ê de li Elkê jiyana xwe ji dest da.
Osman Kayar bi nasnav Rustem, di sala 1965'an de li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1988'an de li Cizîrê beşdar bû, di sala 1994'an de li Tendurekê jiyana xwe ji dest da.
Mevlîde Erener bi nasnav Emgihan Şirnex, di sala 1977'an de li Silopiyê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Silopiyê beşdar bû, di sala 1997'an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest da.
Yuksel Kilici bi nasnav Hakî Şaxî, di sala 1971'ê de li Cizîrê ji dayik bû, di sala 1989'an de li Botanê beşdar bû, di 29'ê Hezîrana 1993'an de li Şaxê jiyana xwe ji dest da.
Dervîş Taşar bi nasnav Rizgar, di sala 1973'an de ji dayik bû, di sala 1993'an de li Cizîrê beşdar bû, di 4'ê Cotmeha 1993'an de li Qilabanê jiyana xwe ji dest da.
Ekrem Taşar bi nasnav Ekrem, di sala 1973'an de li Besta ji dayik bû, di sala 1989'an de li Besta beşdar bû, di Adara 1992'an de li Pulur a Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.
Saît Taşar bi nasnav Jîr Cûdî, di sala 1965'an de li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Cûdî beşdar bû, di 7'ê Hezîrana 1994'an de li Botanê jiyana xwe ji dest da.
Cengîz Yildiz bi nasnav Şervan, di sala 1973'an de li Kercewsê ji dayik bû, di sala 1994'an de li Elmanyayê beşdar bû, di sala 1995'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da.
Suleyman Ayîş bi nasnav Welat Xebat, di sala 1974'an de li Êlihê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Êlihê beşdar bû, di sala 1997'an de li Mawa jiyana xwe ji dest da.
Yûsûf Alkan bi nasnav Gafûr, di sala 1975'an de li Êlihê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Êlihê beşdar bû, di 3'ê Sibata 1995'an de li Oremar/Zagrosê jiyana xwe ji dest da.
Hamît Abay bi nasnav Rêdûr, di sala 2005'an de li Stenbolê beşdar bû, di 8'ê Adara 2011'an de li Erzîromê jiyana xwe ji dest da.
Nîzamettîn Degîrmencî bi nasnav Brûsk, di sala 1980'î de ji dayik bû, di sala 1999'and e beşdar bû, di 1'ê Cotmeha 2000'î de li Qendîlê jiyana xwe ji dest da.