YPG’ê îdîayên têkildarî Ebu Şaxat cara duyemîn derewand
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku hinek dezgehên çapemeniyê, îdîa kirine ku hêzên YPG’ê di dema rizgarkirina gundê Ebu Şaxat de sîvîl kuştine, lê ev îdîa ji rastiyê dûr in.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: “Hinek dezgehên ragihandinê bi weşanên xwe li ser YPG’ê îdîayên weke ku YPG’ê di der heqê sîvîlan de kuştin û tolgirtin li gundê Ebu Şaxat li bejahiya Serêkaniyê pêk anîne.
Em weke Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel ji raya giştî re teqez dikin ku ev îdîa dûrî rastiyê ne û berevajî rastiyên ku li gundê Ebu Şaxat hatine kirin dema yekîneyên me ew gund rizgar kirin.
Di dîroka 24’ê Gulana 2015’an di navbera seet 2:00 û 03:00 piştî nivro de û dema ku çeteyên DAIŞ’ê di gundê Ebu Şaxat de bi cih bibûn û gelê gund weke mertal bikar dianî di wan pevçûnan de, dema ku hêzên me hewl dan sîvîlên di çemberê de rizgar bikin çeteyên DAIŞ’ê bi maşîneyek tijî teqemenî di nava gelê sîvîl ê ku berê xwe da hêzên me de teqandin, di encama wê teqînê de gelek sîvîlan jiyana xwe dest da, di heman demê 2 hevrêyên me jî şehîd bûn. Tevî wê jî hêzên me karîbû 30 kesên sîvîl ji çembera DAIŞ’ê rizgar bikin û heta niha di herêmên me de ne.
Em bi vê daxuyanî car din dixwazin rastiyê xuya bikin û cardin em teqez dikin ku em ê pîvanên hevjiyana hevpar û rêznîşana mafên mirovan biparêzin.”