Amed: 1’ê Hezîranê bû rêbaza têkoşîn û jiyanê

Yek ji Fermandara YJA-STAR’ê Amed, salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê nirxand û bal kişand rola jinan a di vê pêngavê de.

Yek ji Fermandara YJA-STAR’ê  Amed, salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê nirxand û bal kişand rola jinan a di vê pêngavê de. Amed diyar kir ku nederbasbûna muzakereyê, nîşaneya berdewamkirina hawira ku şert û mercên pêngavê ava kiriye. Amed bal kişand ser terza jiyan û kesayeta ku Rêber Apo xwestiye di şexsê jinan de bi afirîne. Amed bang li jinan kir ku di refên azadiya jinê de cih bigire.

Pêngava 1’ê Hezîranê, berxwedana li dijî êrîşên siyasî, îdeolojîk û leşkerî yên li hemberî Tevgera Azadiya Kurd û Gelên Rojhilata Navîn dihat meşandin, îfade dike, di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de wateya duyemîn Pêngava 15’ê Tebaxê digire nav xwe. Xwedî taybetiya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya ku yekîtî û biratiyê temsîl dike.

Yek ji fermandara YJA STAR’ê Nesrîn Amed, pêngava 1’ê Hezîranê û rola jinan a di vê pêngavê de nirxand.

AZADIYA RÊBERTIYA ME AZADIYA ME YE

Nesrîn Amed wiha got: “Di salvegera Pêngava Azadiya 1’ê Hezîranê de, em di şexsê Şehîd Silava ku sembola berxwedan û aştiyê ye, şehîd Sorxwîn, Yildiz, Nûcanan û hemû hevalên me yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin û soz dikin ku wê bîranîn wan her tim bi serketî bînin cih.  Em mîmarê pêngava 1’ê Hezîranê û yê em gihandine hişmendî û rêxistinbûnê, Rêber Apo silav dikin. Ez diyar dikim ku azadiya Rêbertiya me Azadiya me hemûyan e.”

HAWIRA KU ŞERT Û MERCÊN PÊNGAVÊ AVA KIR DIDOME

Amed bi lêv kir ku di salvegera pêngavê de pêvajoya têkoşînê didome û got: “Ji bo tasfiyekirina tevgera me ya azadiyê, êrîşên leşkerî, siyasî û îdeolojîk didomin. Hem hêzên kapîtalîst û hem jî hêzên modernîst, hem hikûmeta AKP’ê di polîtîkayên xwe yên tasfiyekirina têkoşîna me ya azadiyê de israr dike.  Ev ev êrîşên li dijî tevger û gelê me tên meşandin jî nîşan dide ku hawira şert û mercên pêngava me ava kiriye, didome.”

Amed wiha berdewam kir: “Pêvajoya ku em têde derbas dibin ji 1’ê Hezîranê ne qıtkirî ye. Ji ber ku girîngî û wateya cih û demê ji bo me cuda ye. Pêngavên têde hatine avêtin cuda ne. Çawa guleya yekem a 15’ê Tebaxê ji hemû bindest, tevgera azadî û tevgera jinê re bû hêvî, ya 1’ê Hezîranê jî bû terza jiyan û têkoşînê. Rol û mîsyona xwe di cih de lîst. Em vê pêngavê tenê wek pêngavek pratîk nagirin dest.”

Amed da xuyakirin ku divê wateya Pêngava 1’ê Hezîranê bi hemû aliyên xwe bê destgirtin û got: “Em vê rastiyê dizanin; Tevgera PKK’ê cewhera jinê îfade dike. Rastiya PKK’ê heta îro bi pêşengiya jinê bi awayekî herî xurt hatiye, vê rojê. Li dora Rêbertiyê ji agir bûne xelek û xwedî lê derketine. Jinan di her  her pêngav û bêhndanê de xwe nêzî Rêbertiyê dîtine, nêz bûne. Ji ber vê jî yên herî zêde xwedî li vê pêngavê derketine jin in. Ji ber ku hewcedariyek wisa jî hebû. Zîhniyetên qirêj û komploger dixwestin me bê Rêbertî bihêlin. Dixwestin me ji Rêbertiyê dûr bixînin. Dixwestin damarên ku jin pê bêhna xwe digirin, bibirin. Ji ber ku têkiliya jinan a bi Rêbertiyê re ne tenê fizîkî ye.  Zanistî, felsefî, îdeolojîk e. Ji her alî ve bêhn girtine.

JIN HER TIM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERKET

Amed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tevgera jinan, di nava tevgera jinan de YJA-STAR’ê pêşengî girt ser xwe. Di pêşketina vê pêşengiyê de rola hevalên me yên jin yên şehîd ketine mezin e. Jin bi taybet ji Komploya Navneteweyî heta niha li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye xelek. Jinan her tim xwest xwedî li Rêbertiyê derkeve. Li ku derê êrîşek bû, hema bersiv da. Di vê pêngavê de yên herî zêde rol girtin û bersiv da zîhniyeta serdest jin bûn. Jinan bi pêvajoyên wisa de beşdariyek xurt kir, fedakariyên mezin kir. Beşdarî şer bûn. Her tim xwedî li têkoşînên wisa derketin.”

DIXWESTIN KESAYETEK LI DORA RÊBERTIYÊ NEBIN XELEK, AVA BIKIN

Amed bal kişand ser asta ku jin gihiştiyê û got: “Jin li ser parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûr bûn. Bi van parêznameyan zêdetir li ser gerdûn, jiyan, xweza û rastiya jinê sekinîn. Rêbertiyê di parêznameyên xwe de, perspektîfa, divê kesayeta azad çawa be, jiyana azad çawa be, kir. Aliyê herî balkêş ê van parêznameyan jî ev e ku jin di her alî de xwe pêş xist û kesayetek pêşeng derxist holê. Yanî her tişt di hundirê xwe de diparast. Gotin em li vir in. Gotin em yek kes jî bimînin em ê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin û xwedî lê derketin jî.

PÊŞKETIN RUHÊ XWE JI 1’Ê HEZÎRANÊ DIGIRE

Em ji bo azadiya Rêbertiya xwe, ji bo azadiya Kurdistanê wê xwe parçe parçe bikin.  Em ê xwe bikin mertal. Em ê bibin bombe û di mêjiyê wan de biteqin. Peyama 1’ê Hezîranê ev bû. Pêşketînên îro ruhê xwe ji Pêngava 1’ê Hezîranê digire. Li dijî dewletên navneteweyî, dewleta Tirk, Îranê, hêzên serdest û komploger bersivek bû, 1’ê Hezîranê. Dixwestin hemû jiyana me ya rêxistinbûnê, sekna me ya îdeolojîk û artêşa me ji holê rakin.”

DIVÊ JIN DI QADÊN AZADIYÊ DE CIH BIGIRIN

Amed di dawiya axaftina xwe de got ew wek Tevgera Azadiyê di aliyê îdeolojî, siyasî, rêxistinî û leşkerî de nûbûn e û li her qadê gihiştine asteke tevgera ku li be rxwe dide û xwe rêxistin dike. Amed wiha berdewam kir: “Em wek hêzên YJA-STAR’ê diyar dikin ku wê têkoşîna xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku di qadên azadiyê de cih bigirin û ji bo azadiya Rêbertiyê têkoşîn û xebatê bilind bikin.”

...