BI DÎMEN

‘Bi ruhê 1’ê Hezîranê wê têkoşîna siyasî û demokrasiyê bi ser bikeve’

Merasîma Pêngava 1’ê Hezîranê bi tevlîbûna sedan gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medya hat lidarxistin. Di merasîna leşkerî de endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan bal kişand ser bandora 1’ê Hezîranê ya li ser şoreşa azadiya Kurdistan

11’emîn salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê li Qadên Parastinê yên Medyayê bi heybet hat pêşwazîkirin. Bi tevlîbûna Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan, endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star Çîçek Botan, endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Îrfan Amed merasîmeke leşkerî ya bi heybet hat li darxistin. 

Merasîma Pêngava 1’ê Hezîranê bi tevlîbûna sedan gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medya hat lidarxistin. Di merasîna leşkerî de endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan avixî û bal kişand ser bandora 1’ê Hezîranê ya li ser şoreşa azadiya Kurdistan û got: “Îro gelê Kurd di pêşxistina têkoşîna azadî, demokrasî, li xwe xwedîderketin û li hemberî her cure êrîşên neyar û çeteyan di rêza yekemîn de ye. Di meşa azadî û serketinê de bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê gerîlayên azadiya Kurdistan wê bi Rêberiya azad û Kurdistana azad pêşeroja azad û demokratîk ava bikin.”

Karayilan der barê bandora ruhê 1’ê Hezîranê de diyar kir wê bandora xwe li ser pêvajoya hilbijartinan jî bike û ev tişt got: “Niha hilbijartin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên di bin bandora Pêngava 1’ê Hezîranê de têkoşîna siyasî û demokrasî pêş dikeve û em bawer in wê bi ser bikeve.”

‘PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ DI TÊKOŞÎNA AZADIYA KURDISTAN DE SERDEMEKE NÛ VEKIR’

Murat Karayilan di destpêka axaftina xwe de pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir û wiha got: “Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an di dîroka têkoşîna me de pêngaveke girîng e. Wekî pêngava 15’ê Tebaxa duyemîn Pêngava 1’ê Hezîran di têkoşîna azadiya Kurdistan de serdemeke nû vekir. Bi taybet Bakurê Kurdistan çiya û kolanên wê kir qada berxwedan û têkoşînê îradeyeke mezin derxist holê. Ev pêngava pîroz em di serî de li Rêber Apo li gelê Kurdistanê, dostên gelê me û li tevahî hevalan pîroz dikin. Her wiha em 11’emîn salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê li tevahî gelê Kurdistan pîroz dikin.”

Karayilan diyar kir ku Pêngava 1’ê Hezîranê li hemberî siyaseta tesfiye û qirkirinê bi rê ketiye û wiha pê de çû: “Pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê şoreşa vejînê çêkir. Berhema şoreşa vejînê pêş xistî bi xwe re tevgera gel tevgera azadî ava kir. Li hemberî tevgera azadî Komploya Navneteweyî ket rojevê. Komploya Navneteweyî Rêber Apo esîr girt û xwest tevahî tevgera azadiyê tesfiye bike û ji holê rake. Rexmê hewldanên çareseriya demokratîk dagirkeriyê ji vê armanca xwe dest berneda xwest li Kurdistanê siyaseta tesfiye, tinekirin û qirkirinê bi rê bixîne. Li hemberî vê Pêngava 1’ê Hezîranê bi rê ket.”

Karayilan di axaftina xwe de şehîdên Pêngava 1’ê Hezîranê bibîr anî û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re wiha anî ziman: “Pêngava 1’ê Hezîranê bi rastî bi destanên qehremanî çêbû. Li Kolan û çiyayên Kurdistanê destan hatin avakirin. Ev qehramanên ku di van destanan de xwe feda kirin tevahî şehîdên qehreman em di şexsê Adil, Nûda û Sorxwînan de, di şexsê Rûstem, Çîçek û Alîşeran de, di şexsê Xebat û Huseyîn û Celalan de, di şexsê Reşîd û Nûmanan de û di şexsê Rêheval Sara û Erdalan de bibîr tînin û me sozê dayî wan em bi wesîleya vê roja pîroz cardin dubare dikin. Em dizanin ku wan qehramanan bi berxwedan û têkoşîna xwe şoreşa Kurdistan kirin heqîqet Komploya Navneteweyî vala derxist û bê bandor kir. Cardin pêşiya şoreşa azadiya Kurdistan vekir. Hêz û kûraniya îdeolojiya Rêber Apo piştrast kir. Aşkera kir ku ev Rêberî ev tevger nakeve. Xwedan kûranî ye û xwedan cewher e. Cardin fedakarî û welatpareziya ciwanên Kurd û jinên Kurd piştrast kir. Di şexsê Ûgur Kaymazan de li kolanên Kurdistanê bi sedan şehîd hat dayin. Îradebûna gelê Kurd di şexsê van şehîdan de piştrast bû.”

‘RUHÊ 1’Ê HEZÎRANÊ ŞOREŞA KURDISTANÊ AVA KIR’

Karayilan her wiha bal kişand ser encamên Pêngava 1’ê Hezîranê û wiha got: “Pêngava 1’ê Hezîranê pêngava serhildan û gerîla ye. Hêza gerîlayê azadiya Kurdistanê aşkera kir. Nekeftina gerîla nîşanî hemû cîhanê kir. Li ser vî esasî pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad xist rojevê. Îro bi meşa azadiyê bi meşa pêngava Rizgariya Demokratîk û avakirina jiyana azad li Bakurê Kurdistan û bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê li tevahî Kurdistan têkoşîna azadî û demokrasiyê hîn zêde pêş ketiye û geş bûye. Her wiha gihiştiye qonaxeke girîng.”

Murat Karayilan bal kişand ser têkoşîna gerîlayan a li hemberî ceteyên DAIŞ’ê û wiha got: “Niha hilbijartin li Tirkiye û Bakurê Kurdistan pêk tên, di bin bandora Pêngava 1’ê Hezîranê de têkoşîna siyasî û demokrasî pêş dikeve û em bawerin wê bi ser bikeve. Heman demê bi ruhê 15’ê Tebaxê û 1’ê Hezîranê tevahî ciwanên Kurdistanê ruhê berxwedanê bilind bûye û xurt bûye. Ev ruh şoreşa Kurdistanê ava kir. Rexmê ku bi plan û konsept gelek êrîş li hemberî şoreşa Rojavayê Kurdistan pêş ketin lê ev sê sal in di şexsê YPG û YPJ de berxwdanek dîrokî pêş dikeve. Di bin heqîqeta vê berxwedanê de jî. Ruhê 1’ê Hezîranê heye. Gerîlayê azadiya Kurdistan li hemberî çeteyên DAIŞ têkoşîna pêş xistiye, asta raber kiriye tevahî siyaseta Kurd û şoreşa Kurdistanî bilind kir û gihand qonaxeke nû.”

Karayilan bi van axaftinan berdewam kir: “Îro gelê Kurd di Rojhilata Navîn de ne gelê ku di rêza sêyemîn û çaremîn de ye. Îro gelê Kurd di pêşxistina têkoşîna azadî û demokrasî û li xwe xwedîderketin û li hemberî her cure êrîşên neyar û çeteyan di rêza yekemîn de ye. Têkoşîna azadiya Kurdistan û gelê Kurdistan îro di Rojhilata Navîn û bi taybet li Tirkiyeyê rola pêşeng dilîze. Gerîlayê azadiya Kurdistan raber kir ku performansa leşkerî ya ku pêre heyî tecrûbeya 32 salan pêre heyî dikare li her çar beşên Kurdistan erkên parastinê bi serketî pêk bîne. Ji ber ku di şexsê HPG’ê de gerîlayê azadiya Kurdistan îro gihiştiye asteke pispor û profesyonel.”

‘HPG HÊZEKE NETEWEYÎ YE’

Karayilan diyar kir ku HPG’ê hêzeke neteweyî ye û wiha pêde çû : “Di şerê dijî DAIŞ de ev heqîqet hîn zêde aşkera bû. Tenê ne DAIŞ her kî êrîşî li ser nirx û destketiyên gelê Kurd bike hêza parastina gelê Kurdistan dikare bersiva pêwîst bide û gelê me biparêze. Nimûneya vê ya Şengal û Kobanê ye. Di parastina şoreşa Rojava û nirxên Başûrê Kurdistan de gerîlayê azadiya Kurdistan vê yekê bi jiyana xwe bi têkoşîna xwe bi berxwedana xwe piştrast kiriye. HPG hêzeke neteweyî ye. Ji bo berjewendiyên tevahî Kurdistan biparêze xwe berpirsyar û erkdar dibîne. Rast e, li Bakurê Kurdistan tevdigere lê bi ruhekî neteweyî têkoşînê dimeşîne. Ji bo partiya me PKK û ji bo HPG erka esasî erka neteweyî û demokrasî ye qet ti caran ew şerê navxweyî qebûl nake. Û di ferhanga xwe de şerê navxweyî rakiriye. Ev defter girtî ye. Ew hêzekî neteweyî ye ji bo hemû layengirên Kurdistan hevalbendî esas digre. Çareserkirina tevahî pirsgirêkan de guftûgoyê tek rê dibîne. Ew ti caran hêza xwe ji bo navxweyî bikar nayne û li vêya nafikire. Armanca xwe dagirkerî û dijminê Kurdistan e. Ew hêzeke profesyonel û xurt e. Li hemberî dagirkeriyê û çeteyan ew xurtiya xwe, fedayîbûn û profesyonelbûna xwe piştrast kiriye.”

Murat Karayilan li ser erken bikevin ser mile wan jî axivî wiha got: “Roja îro jî di vê çarçova neteweya demokratîk de bi fikir ramanê enternasyonel û Demokratîk de gerîlayê azadiya Kurdistan erkê li ser xwe dikeve wê pêkbîne. Ew dixwaze ku navbera hemû hêzên neteweyî û demokratîk de yekdestî û yek fermandarî hebe. Li ser vê xetê bi perspektîfên Rêber Apo ji bo avakirina Kurdistaneke Demokratîk bi perspektîfa neteweya demokratîk ji bo paradîgmaya demokratîk, ekolojîk a li ser esasê şoreşa jin û ji bo avakirina sistema modernîteya demokratîk gerîlayê azadiya Kurdistan wê di demê pêş me de jî rolê xwe bilîze di 12’emîn salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê de wê erkên li ser xwe dikeve ji her demê bêhtir û xurtir pêk bîne.  Asta îro gihiştiye û biryardariya pêre heye di şopdariya şehîdên qehraman de gerîlayê azadiya Kurdistan rola li ser dikeve wê bilîze. Di meşa azadiyê de di meşa serketinê de bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê gerîlayê azadiya Kurdistan wê Kurdistan azad bike bi Rêberiya azad û Kurdistana azad wê pêşeroja azad û demokratîk ava bike.”  

‘AKP TINEKIRINA GELÊ KURD JI BO XWE DIKE BINGEH'

Piştî merasîma leşkerî ya gerîlayan endamê Komîteya Rêveber a PKK Murat Karayilan ji bo gerîlayan civîna nirxandina pêvajoyê li dar xist. Di civînê de Karayilan bal kişand ser ferasetên AKP’ê û got: “Dewleta Tirk û AKP dît ku tevgera azadiyê tesfiye nabe cardin serî li taktîkên weke em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin eger agirbest bibe em ê gav bavêjin û wisa xwestin rojevek ava bikin. AKP tişta ji bo xwe dike bingeh tinekirina gelê Kurd e û di têgihîştina yek netewe, yek dewlet, yek al, yek welat, yek ziman û yek ol heta bi aşkeratî nabêje lê yek mezheb dixwaze û wisa dixwaze mezhebên dervayi xwe tune raber bike bipelixînê. Ev Elewî dibe, Xiristyan dibe Êzîdî dibe. Feraseta Tirkitiyê esas digre ne oldar e. Neteweperest e û nîjadperesta Tirkbûyinê ye.”

Karayilan di civînê de diyar kir ku AKP  parêzgerê siyaseta 12’ê Îlonê ye û ji bo diziyê bikin vê siyasetê bikar tînin. Karayilan got: “AKP hemû tiştan bi kar tîne. Hunereke din a AKP pêş ketiye yek jê jî dizekî ye. Hemû tiştî didize. Ango dikare maf û keda gelan bidize. Bi esasî ya artêş paş xistiye gerîla ye û têkoşîna gelê Kurd e. Lê AKP dibêje, ‘min artêş paş xistiye.’ Di cîhanê de bendava hilbijartinê ya ji sedî 10 li ti cihan nîne. Tenê li Tirkiyê heye ew jî berhama Kenan Evran e. Kenan Evren mir jî berhama xwe heye. Ji ber ku AKP notirvan û parêzgerê siyaset û sîstema 12’ê Îlonê AKP ye. Ji bo çi? Ji bo dizî ye. Ji bo karibe rayên gelê Kurd bidize û li ser heqê gelê Kurd karibe desthilatdariya xwe ava bike. Jixwe me dît pereyan didize. Qeydên wan ê deng derket û piştrast bû.”

Karayilan bal kişand li ser lîstikên AKP û ji bo hilbijartinan van hişyariyan kir: “Dixwazin neteweya Kurd înkar bikin û tine bikin. Ev nayê qebûl kirin û ev ne mirovatî ye. Têkoşîna em dimeşînin li hemberî vê neheqiyê ye û ji bo mirovatiyê ye. Têkoşîna me wekî teror raber dikin. Ji bo zext bikin Kurdistan tijî leşker kirine. Tenê li Agirî nêzî 10 hezar polîs û leşker bicih kirine. Mumkûne ku dest deynin ser sindoqan jî. Heta van kesana ji bo AKP’ê propaganda dikin û gef li gel didin xwarin ku rayên xwe nedin HDP’ê. Her roj jî diçin ser dikên mitîngan dibêjin, ‘PKK zext dike.’ Di rastiyê ew bi xwe zext li gel dikin. Em dixwazin leşker bi hilbijartinan mijûl nebin gel bi îradeya xwe rayên xwe bikar bîne.”

...