Bûrkan El-Firat: Koalîsyona Niştimanî hewl dide têkçûna DAIŞ'ê veşêre

Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat diyar kir ku Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê nûnertiya rûyê siyasî yê çeteyên DAIŞ’ê dike û destnîşan kir ku hemû îdîayên koalîsyonê bi armanca veşartina têkçûnên çeteyên DAIŞ’ê ne.

Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat diyar kir ku Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê nûnertiya rûyê siyasî yê çeteyên DAIŞ’ê dike û destnîşan kir ku hemû îdîayên koalîsyonê bi armanca veşartina têkçûnên çeteyên DAIŞ’ê ne, lê ew ê nehêlin ku rastî bêne berevajîkirin.

Berdevkê Fermî yê Odeya Çalakiya ya Bûrkan El-Firat Şervan Derwîş li ser daxuyaniya Koalîsyona Suriyeyê ku îdîa dike hêzên YPG’ê ji herêmên ku rizgar kirine welatiyan derdixîne, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Careke din Koalîsyona Sûriyeyê di bin kîn û nefreta xwe de dixwaze di nava pêkhateyan de nakokiyan derbixe. Rastiya vê yekê di daxuyaniya Koalîsyonê ya dawî de derketiye holê. Di daxuyaniyê de îdîayên li dijî hêzên YPG’ê yên ku gelek gund û bajarokên Parêzgeha Cizîrê ji DAIŞ’ê rizgar kirine, hene. Daxuyaniyên Koalîsyonê û îdîayîn wan ji rastiyê dûr in û ti bingeha wan a rastiyê nîn e. Lê belê di daxuyaniyê yekîtiya helwestê ya di navbera koalîsyonê û çeteyên DAIŞ’ê de diyar dike. Ev derewên Koalîsyonê rastiya wê û kiryarên DAIŞ’ê yên li dijî gelê Sûriyeyê ku li dijî hemû pêkhateyan pêk tên, aşkera kirin.

Wekî tê zanîn stratejiya YPG’ê û hêzên di Odeya Bûrkan El-Firat de ku di nava hevkariyê de ne, rizgarkirina hemû pêkhateyên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê û kiryarên wan esas digire. Ev daxwaza mirovî ya niştimanî wê neyê berdan. Çiqasî Koalîsyona Niştimanî li gorî siyasetên têne zanîn tevbigere jî, wê nikaribe rastiyên li ber çavê hemû pêkhateyên herêmê yên ji destê DAIŞ’ê zordarî dîtine berevajî bike.

Hêzên YPG’ê pêngavên xwe yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê, li ser daxwazên rojane yên pêkhateyên herêmê lidar dixe. Pêkhate dixwazin ji kiryarên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibin. Di nava van rastiyan de aramî û ewlekariya şêniyên li Hesekê û Kobanê esas tê girtin. Pêwîste ewlekarî û aramiya welatiyan û malên wan li gorî zagonên mafên mirovan ên di demên şer de bêne parastin. Di vê bingehê de em rê nadin ti kesî ku li dijî hêzên me û hevgirtina niştimanî ya Sûriyeyê ku ji hemû cîhanê re îspat kiriye ku ew hêza tekana ya parastina nirxên mirovahiyê ye rastiyan berevajî bikin. Ne mumkun e rêgezên bingehên ên parastina gelê me bêne jibîrkirin.

Em wekî Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat ji raya giştî re aşkera dikin ku Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê tu carî nexwestiye alîkariya hêza me ku bûye dengvedana rastiya şoreşa azadî û rûmetê ya hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên li herêma Cizîrê, Gundên Reqa û Helebê, her wiha herêmên rojhilat, bike. Em di vir de pirs dikin ‘Çima Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê di rizgarkirina Kobanê de dest ji me û tabûrên Artêşa Azad berda?’

Di vê demê de piştgiriya wan a bi komên radîkal û şîdetê re diyar dibe. Ev yek diyar dike ku Koalîsyon xwe dike sîwana siyasetên hêzên çete ku siyastên wan wekî yên rêjîma Sûriyeyê ne. Di hemû herêmên ku di bin dagirkiriya çeteyan de ye, gelê me rastî siyasetên tinekirin û koçberkirinê tên, di girtîgehan de têne girtin, têne kuştin û tinekirin.

Helwestên di vê demê de ji koalîsyonê derketiye tenê bi armanca astengkirina destketiyên li dijî çeteyên DAIŞ’ê têne bidestxistin. Di çarçoveya bangewaziyên ku têkçûnên çeteyên DIAŞ’ê veşêrin. Tu têkiliya daxuyaniyên bi vê rengî bi aştiya gel ku em ê heta dawiya jiyana xwe biparêzin re tine ye. Em ê heta dawî li dijî kiryarên çeteyên DAIŞ’ê û siyasetên hêzên rejîmê ku dixwazin pêkhateyên herêmê ji hev qut bikin, derkevin.

Em careke din radighînin ku YPG, bi alîkariya Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat, her wiha birayên me yên Artêşa Azad û Koalîsyona Navneteweyî em ê nehêlin ku hêzên çete şerê xwe yê hovane li dijî pêkhateyên herêmê pêş bixin. Em soz didin şehîd û welatê xwe ku em ê heta rizgarkirina hemû herêmê ji çeteyên teror, xeta xwe bidomînin. Em ê di hemû xebatên xwe de li gorî zagonên mafên mirovan ên navneteweyî yên di demên şer de tevbigerin.ˮ