Li Êlihê di roja yekem a havînê de genim û nîsk hat çinîn. Cotkaran da zanîn ku piştî saleke bi şilî, tê payîn ku wê qezenca îsal zêde be û her wiha buhayê genim û nîskan jî ji aliyê cotkaran ve tê meraqkirin.
ANF
ÊLIH
duşem, 1 pûşperê 2015, 10:24
Sektora çandiniyê ku çavkaniya herî girîng a li Bakurê Kurdistanê ye, sal bi sal şûnde dikeve û hilberîneran îsal jî ji zeviyên xwe genim û nîskên xwe berhev dikin.
Cotkaran da zanîn ku ji ber zêdebûna buhayê mazot, gubre û tov, rojên zehmet jiyane û gotin hewl didin li dijî polîtîkaya çandiniyê ya AKP’ê li ser piyan bimînin.
Li gundê Cegeliyê bîçer ketin nav erdên genim. Tê gotin ku wê qezenca îsal zêde be.