DEM-GENÇ'î ber bi Amarayê ve meşiyan

Aktîvîsên DEM-GENÇ’ê ber bi Amarayê ve ku Rêberê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, meşek meşaleyî pêk anîn.

Aktîvîsên DEM-GENÇ’ê li gundê Erah ê di navbera Xelfetî û Amarayê de hatin cem hev.

Hevşaredarên Xelfetiyê, rêveberên HDP, DBP’ê yê navçeyê piştgirî dan meşa ciwanan. Bi sedan ciwan bi pankarta ‘Li ava xwe, li axa xwe, li enerjiya xwe, li ziman û çanda xwe, li gel û Rêbertiya xwe, li tax xwe û dengê xwe xwedî derkeve’ û  ‘Bi civat û civakî, bi can û bi rûh em bi te re ne ey Serokê me’ meşaleyên xwe pêxistin û meş pêk anîn.

Posterên Ocalan, alên PKK, KCK, YPG, YPJ, KJA û HDP’ê hatin hildan û her wiha dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘PKK gel e, gel li vir e’, ‘Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne’, ‘Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav’ û ‘Ocalan’ berz kirin. Ciwan 5 kîlometre rê meşiyan û li Amarayê bi tilîlî û dirûşman hatin pêşwazîkirin.

Ciwanan li ber mala Ocalan deqeyek rêz girtin. Aktîvîstê DEM-GENÇ’ê Veysî Kaya axivî û got xaka Mezopotamyayê het tim di bin dagirkeriyê de ye û tê wêrankirin. Kaya wiha berdewam kir: “Ji ber vê divê em xwedî li erdnîgarî, ziman, çand, enerjî û serokatiya xwe derkevin. Ji bo em xwedî li hebûna xwe derkevin divê em em xwedî li denga xwe derkevin. Her denga ji bo HDP’ê bê dayîn wê pêşeroja me ronî bike.”

Çalakî bi govendê bi dawî bû.